Li Rihayê mirina biguman a jinekê 2021-05-27 15:33:18   RIHA - Li navçeya Karakopruyê jina ciwan Î.Z.K. a 20 salî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.    Li Taxa Alî Baba ya navçeya Karakopru ya Rihayê, jina ciwan Î.Z.K. (20) bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Piştî ku welatiyên derdorê rewş ferq kirin agahî dan polîs û tîmên tenduristiyê. Tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyer, jina ciwan a giran birîndarbû rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mehmet Akîf Înan. Hat hîn bûn ku ligel hemû mudaxaleyan jî, jina ciwan jiyana xwe ji dest da.      Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.