KESK û DÎSK’ê malbata Şenyaşar ziyaret kirin 2021-05-27 17:03:42   RIHA - Endamên KESK û DÎSK’ê, malbata Şenyaşar a 80 rojin li ber Edliya Rihayê lêgerîna xwe ya edaletê dewam dike, ziyaret kirin.    Dayika Emîne Şenyaşar û kurê wê Mehmet Şenyaşar îro jî, çalakiya xwe ya edaletê ya li pêş Edliya Rihayê dewam kirin. Endamên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Wanê û Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KESK) a Wanê, malbata Şenyaşar ziyaret kirin.   Emîne Şenyaşar û kurê wê Mehmet Şenyaşar, şande bi dowîzan pêşwazî kirin. Emîne Şenyaşar roja êrişê ji şandeyê re vegot û got: “Ev 80 rojin li ber Edliya Rihayê, daxwaza edalet û mafê xwe dikin. Em tenê edaletê dixwazin. 80 rojin em li vê derê rûdinin. Em binçav kirin, lê kesên êrişî me kirin hîna jî derve dene.”   Serokê Şaxa Egîtim Senê ya Wanê Mûrat Atabay, bal kişand ser çalakiya malbatê û wiha got: “Ji bo piştgiriya we, em ji Wanê hatin. Ji bo ku em bibin dengê we, hatin vê derê. Daxwaza we ya edaletê, daxwaza me ye. Emê bi hev re edaletê peyda bikin. Dozger biryarên siyasî didin.”   Mehmet Şenyaşar bertek nîşanî polîsên dîmenên wan dikişandin kir û wiha hirsa xwe anî ziman: “Yên ku em kuştin li Pirsûsê digerin. Gelo bavê min û birayê min li ku derê hatin kuştin? Em dîmenên kamerayên nexweşxanê dixwazin. Em diçin gel dozger bera me didin. Em tên ber avahiya edliyê bera me didin. Em ji bo her kesî edaletê dixwazin.”    Şandeyê dûre, heya demekê bi malbatêre çalakiya nobetê girt.