Jinên HDP’î yên Soylû şermezarkirin komîsyon terk kirin 2021-05-27 17:07:54 ENQERE - Parlementerên HDP’ê yên jin, Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylû yê di Komîsyona Lêkolîna Meclîsê ya bi armanca lêkolînkirina tundiya li dijî jinan de pêşkeşî kir, şermezar kirin.    Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên jin, Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylû yê di Komîsyona Lêkolîna Meclîsê ya bi armanca lêkolînkirina tundiya li dijî jinan de pêşkeşî kir, şermezar kirin.    106 JIN HATIN QETILKIRIN   Parlementera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglû di komîsyonê de axivî. Kerestecîoglû, diyar kir ku di komisyona tundiya li ser jinê de, destûr nadin meşrûkirina zimanê siyaseta ne paqij û zayendî ku desthilatê afirandiye û li Soylû zivirî û wiha got: “Li vir 21 pirsên me hen e. Me dan birêz serok, wê ji we re ragihîne. Ji ber hûn ji pirsan hez nakin, bi taybetî me nivîskî dan. Hûn ji karton û panoyan jî hez dikin. Kartoneke me jî heye. Di çar mehên ewil ên sala 2021’ê de 106 jin hatin qetilkirin. Em navên van jinan jî deynin vir. Carna navên jinan jî nayê bîra we.”   TÊKOŞÎNA JINAN   Kerestecîoglû, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Hûn dikarin KADES’ê jî zêde zêde vebêjin. Lê KADES’ê jî jin xelas nekirin. Em civak, siyaset û darazeke paqij dixwazin. Em dizanin ku qasî siyaseta serwer a zilaman a qirêj û zayendî bidome, wê kuştina jinan jî berdewam bike.”   Kerestecîoglû, gotina Soylû ya “Li Tirkiyeyê kiryarên ne diyar û îşkence nîne” bi bîr xist û axaftina xwe bi gotina Turkan Elçî ya “Mirov dixwaze li dijî rehetiyê biqerise û tenê li asîman binêre. Ji ber ku rûyê erdî pir qirêje” qedand.  Dûre parlementerên HDP’ê dowizên ku navê 106 jinên ku di çar mehên sala 2021’ê yên ewil de jiyana xwe ji dest dan ser nivîsîn, danîn ser maseyan û eywan terk kirin.