Îro 183 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin 2021-05-27 21:19:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî de ji ber koronayê 183 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 hezar û 476 kes jî pê ketin.    Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê tabloya vîrûsa koronayê (Covîd-19) a rojane belav kir. Li gorî daneyên Wezaretê; li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî de ji ber koronayê de 183 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 hezar û 476 kesên din jî pê ketin. Tevî daneyên îro li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 46 hezar û 970 hezar û hejmara kesên heya niha pê ketine jî bû 5 milyon 220 hezar û 549.