Ji gotinên Soylû bawer nakin, doza hilbijartina pêşwext dikin 2021-05-28 09:07:40 ÎZMÎR - Îzmîriyan, diyar kir ku ji daxuyaniyên Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû yên derbarê mikurhatinên rêvebirê çeteyan ên girêdayî dewletê Sedat Peker de, bawer nakin û ji bo hilbijartineke pêşwext bang kirin.  Rêvebirê çeteyan ên girêdayî dewletê Sedat Peker ev demeke li xwe mikur hatiye û derbarê têkiliya dewlet-mafyayê de gelek tiştan dibêje. Di van mikurhatinan de derbarê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû û Wezîrê Karên Navxweyî yê berê Mehmet Agar de jî gelek tiştan dibêje. Suleyman Soylû ku Peker jê re dibêje "tu bilêta min a vegerê bûy", di 24'ê Gulanê de di weşana zindî ya duyem de derbarê van mikurhatinên Peker de, gotinên Peker ên derbarê wî de qebûl nekin û bi tund red kirin.   Îzmîriyan, ji bo daxuyaniyên Soylû gotin: "Daxuyaniyên wî em qaneh nekirin, em li benda rastiyê ne."    WELATÎ QANEH NEBÛN    Çagla Ak, rewşa ku piştî mikurhatina Peker derket holê wekî "rezaletê" pênase kir û destnîşan kir ku Peker ne masûm e û têkiliya wî bi rayedarên dewletê re heye. Ak, destnîşan kir ku divê Soylû îstifa bike û bê darizandin û got: "Em dixwazin îstifa bike."   Ak ku got "welat pir qirêjî bûye, hêvîdar im rewş baş bibe" ji bo daxuyaniyê Soylû jî got: "Min qet ji axaftina wî abwer nekir. Me tu tişt fêm nekir. Pirs nebersivandin. Em li benda bersivên rast in."    HILBIJARTINA PÊŞWEXT     Înanç Merdî jî got: "Welatekî ev qasî îdiayên qirêjî lê hene, ne welatekî paqij e. Heger em rabin mirina mirovan qebûl bikin, nexwe em ê nikaribin bibêjin welatê demokrasiyê ye." Merdî, destnîşan kir ku tekane rê hilbijartina pêşwext e û got: "Demildest pêdivî bi pergala parlementeriyê heye. Rejîma yekzilamî ne li gor me ye, ev hatiye îspatkirin."    Merdî, anî ziman ku Tirkiye berê demokratîktir bûye û ji bo gotinên Erdogan ên derbarê Soylû de jîg ot: "Helbet ê xwedî lê derkeve. Îja dê bêje, 'Ez wezîrê xwe yê karên navxweyî ji peywirê digirim û Agar digirim?' Dê tiştekî wiha nebêje."    'EM NE AZAD IN'    Sînan Înce, têkiliyên Peker ên bi îqtidarê re bibîr xist û got: "Em nikarin xwe bi awayekî azad bilêv bikin. Ma em ê çawa aram bibin. Mirov newirên biaxivin."    Bahattîn Aslan jî anî ziman ku mikurhatinên Peker tên wateya "rûxandina welêt" û divê welêt mehkûmî mafyayan neyê kirin.    'BILA BI HEV KEVIN'    Kesekî ku nexwest navê wî bê nivîsandin jî got: "Ji ber berjewendiyên wan li hev derneketin qirêjiyên hev du aşkere dikin. Hemûyan her tişt kiriye. Piştî berjewendiyên wan li hev dernektin, niha bi hev dikevin. Bila bi hev bikevin. Ez ê dilxweş bibim." Heman kes cinayetên kiryar nediyar û têkiliên qirêjî yên salên 90'î bibîr xist û got: "Em ji dewleta kûr bêzar bûbûn. Ev welat, ne ya wan e. Êdî bes e, bila dev ji vî welatî û welatiyan berdin. Çima ez naxwazim navê min bê aîkerekirin? Ji ber bêhizûriya li welêt e."    Welatiyekî din jî ku nexwest navê wî bê aşkerekirin got: "Ev delîl e ku li welat demokrasî tune ye. Ev kevneşopiya dewletê ye. bawer nakim ku tiştek jî biguhere. Bêhêvî me. Li Tirkiyeyê hiqûqa bijarteyan heye. Hin kes aram in, lê piraniya welêt jî ne aram e. Îqtidarê, îtibara welêt tarûmar kiriye. Em dixwazin demildest hilbijartineke pêşwext çêbibe."    MA / Nacî Kaya - Sevda Aydin