CÎSST: Mafê perwerdehiyê yê xwendekarên girtî tê binpêkirin 2021-05-28 09:07:42 STENBOL - Li girtîgehan mafê xwendekaran tê binpêkirin. Koordînatora Xwendekarên Girtî ya CÎSST'ê Ozge Akyuz, bal kişand ser rewşa xwendekarên girtî yên ji pergala perwerdehiya onlayn bêpar in û destnîşan kir ku maf û azadiyên sereke yên xwendekaran tên binpêkirin.  Li Tirkiyeyê piştî şewba Covîd-19'ê perwerdehiya onlayn hatibû destpêkirin. Lê belê xwendekarên girtî, di vê pêvajoyê de hatin jibîrkirin. Koordînatora Xwendekarên Girtî ya Komeleya Civaka Sivîl a Pergala Înfaza Ceza (CÎSST) Ozge Akyuz, bal kişand ser rewşa xwendekarên girtî.    Akyuz, anî ziman ku derbarê hejmara xwendekarên girtî de daneyine zelal li ber destên wan tune ne. Akyuz, bibîr xist ku herî dawî Cîgirê Midûrê Giştî yê Girtîgehan Namik Varol, di 31'ê Cotmeha 2019'an de daneyên derbarê xwendekarên girtî de parve kiriye. Akyuz, diyar kir ku li gor daneyên wê demê 58 hezar û 579 xwendekarên girtî hene û piştî vê parlementeran hin pirs berpêşî Wezareta Dadê kirine, lê belê wezaretê pirsên wan nebersivandine.    Akyuz, anî ziman ku hevdîtin bi xwendekarên girtî re kirine û xwendekar bi pirsgirêkên wekî "rewşa aborî, peydakirina materyalên perwedehiyê, çûnhatina dibistanê, derfetên xebatê, beşdarbûna dersên onlayn" rû bi rû ne.    NEWEKHEVΠ   Akyuz, destnîşan kir ku piştî ku pergala perwerdehiya onlayn dest pê kiriye, xwendekar di warê peydakirina nîşeyên dersan û materyalan de zehmetî kişandine û got: "Dixwazin tevli dersên onlayn bibin, komputerê bi kar bînin. Lê belê bi hinceta ku pergala girtîgehê ji bo vê ne guncan e û hejmara personelan kêm e, daxwazên wan ên di vî warî de tên redkirin. A tê kirin newekhevî ye."    Akyuz, anî ziman ku di dema şewbê de pirsgirêka herî mezin jî bi awayekî onlayn bikaranîna komputerê ye û got: "Piştî pandemî belav bû, li seranserê cîhanê perwerdehiya bi awayekî onlayn dest pê kir. Ji bo vê jî pêdivî bi întrnetê û komputerê heye. Lê xwendekarên girtî sûdê ji vê derfetê nagirin. Girtî, mafê xwe yê telefonê jî ji bo hin agahiyan bi akr tînin. Ev rewş dibe sedem ku ji wextê qeydkirinê û ezmûnan bimînin."    Akyuz, destnîşan kir ku girtîbûn li ber maf û azadiyên sereke ne astengî ye û got: "Lewma divê ji bo perwerdehiya xwendekarên girtî, derfet bên peydakirin."    Akyuz, bang li Wezareta Dadê kir ku daneyên derbarê xwendekarên girtî de aşkere bike û xwest pirsgirêkên di vî warî de bên çareserkirin.    MA / Kadîr Guney