Girtiyê nexweş Tûrgay li şûna nexweşxaneyê sewqî girtîgehek din kirin 2021-05-28 09:22:30 MÊRDÎN - Tevî ku ji bo girtiyê nexweş Hakki Tûrgay sê raporên “pêdiviya wî bi tedawiyê heye” amade bûne jî lê li şûna nexweşxaneyê wî sewqî girtîgehek din kirin.    Hakki Tûrgay jî girtiyek nexweş e. Li Girtîgeha Bandirmayê ya Jimara 1’an a Tîpa T tê ragirtin. Malbat dibêje tevî ku 3 raporên “pêdiviya wî bi tedawiyê heye” jî lê lawê wan nayê dermankirin û wî sewqî nexweşxaneyê nakin. Tûrgay di meha kanûna sala 2016’an de li Êlihê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “li ser navê rêxistinê xebitî ye” tê girtin. Tûrgay ji ber ku qezaya trafîkê kiriye di bin hestiyê çonga wî de elem girtiye û nayê dermankirin.    NEHAT DERMANKIRIN    Tûrgay wextê li Girtîgeha Ordûyê ya Tîpa E dihat ragirtin di sala 2020’an de sê caran li nexweşxaneyê rapora “divê were tedawîkirin, pêdiviya wî bi tedawiyê heye” jê re hat amadekirin jî lê dîsa jî sewqî nexweşxaneyê nehat kirin û bêtedawî ma.    LI ŞÛNA NEXWEŞXANEYÊ SEWQÎ GIRTÎGEHÊ KIRIN    Lê belê tevî van sê raporên ji bo wî hatibûn amadekirin jî di 13’ê cotmeha 2020’an de bi hêceta “wê testa wî ya Kovîd-19’ê were kirin” bi girtiyek din re sewqî Girtîgeha Bandirmayê ya Jimara 1’an a Tîpa T hat kirin.    PÊDIVÎ BI TEDAWIYÊ NÎNE!   Rewşa Tûrgay li Girtîgeha Bandirmayê ya Balikkesîrê giran dibe, di 12’ê kanûna 2020’an de radikin Nexweşxaneya Dewletê ya wê Bandirmayê. Vê nexweşxaneyê tevî sê raporên nexweşxaneya Ordûyê jî rapora tedawîkirinê nedaye Tûrgay û gotiye ku pêdiviya wî tedawiyê nîne.    Malbat û parêzerê Tûrgay ê rewşa wî giran bûye banga tedawiyê li rayedaran kirin.    ‘DIVÊ LI TAVILÊ KURÊ MIN SEWQÎ NEXWEŞXANEYÊ BIKIN’   Bavê Tûrgay, Arîf Tûrgay behsa tiştên bi serê lawê de hatine kir û tevî raporên nexweşxaneyê hemû serlêdanên kirine jî bêencam mane û ji ber lawê wî nayê tedawîkirin rewşa wî giran dibe. Tûrgay got pêwîste her cûre mafê tenduristiyê yên girtiyan were temînkirin. Tûrgay anî ziman ku heke tiştek ji lingê lawê wî bibe dê nexweşxane berpirsiyar be û xwest li tavilê were tedawîkirin. Tûrgay da zanîn ku hêj tedawiya çonga lawê wî mimkin e divê were tedawîkirin û sewqa wî ji bo Fakulteya Tibê ya Cerrahpaşa ya Stenbolê were kirin û divê her kes demildest sûdê ji mafên xwe yên destûra bingehîn bigire.    BÎLÎK: BINPÊKRINA MAFÊ TENDURISTIYÊ YE    Parêzer Emrûllah Bîlîk jî diyar kir ku li gel wan rewşê ji Wezareta Dadê û rêveberiya girtîgehê re ragihandine jî lê tu encam negirtine. Bîlîk bertek nîşanî rapora Nexweşxaneya Dewletê ya Bandirmayê da û anî ziman ku sepanên li girtîgehê û rapora nexweşxaneyê mafê tenduristiyê yê miwekîlê wî tê binpêkirin. Bîlîk bal kişand ser mafên girtiyan ên di destûra bingehîn û peymanên navnetewî de û xwest li tavilê dermankirina Tûrgay were kirin.    MA / Ahmet Kanbal