Rojnameger Aslan: Li girtîgehê min rastiya nûçeyên me baştir dît 2021-05-28 09:42:32 ANTALYA - Rojnameger Mehmet Aslan ê duh hat berdan, bal kişand ser rastiya nûçeyên çêkiribûn û wiha got: “Li girtîgehê min rastiya nûçeyên me baştir dît. Min dît ku em nûçeyan rast dinivîsin. Ez ê binpêkirinên mafan ji, raya giştî ragihînim û vî karê xwe dewam bikim.”    Nûçegihanê ajansa me Mehmet Aslan ê ji ber xebatên rojnamegertiyê, di 9’ê Çileyê de hatibû girtin, di danişîna xwe ya yekemîn a di 26’ê Gulanê duh hat dîtin de, serbest hat berdan. Aslan ê nêzî 6 mehan di Girtîgeha Tîpa L a Antalayê de ma, tiştên jiyan vegotin.    Aslanê Beşa Rojnamegertiyê ya Zanîngeha Akdenîzê qedan, dûre di Ajansa Mezopotamya (MA) de, dest bi karê rojnamegertiyê kir. Aslan ji ber xebatên xwe yên rojnamegertiyê hatibû girtin. Aslan, bal kişand ser girtina xwe û wiha axivî: “Ez ji ber hevdîtinên telefonê yên min bi malbat, girtî û çavkaniyên xwe yên nûçeyan re kiribûn hatim girtin. Naveroka nûçeyên min sûc dîtin û hewl dan bi vê min sûcdar bikin.”    LÊGERÎNA TAZÎ   Aslan, diyar kir ku di îdînameya wî de, nûçeyên têkildarî lêgerîna tazî ya ku yek ji rojevên sereke ya Tirkiyeyê, kirine nûçe sûcdar hatiye dîtin û wiha got: “Xwestin min bi vê rojevê sûcdar bikin. Piştî ez hatim girtin û şûnde, min baş zanî ku nûçeyên min çêkirine çiqas rastin. Ji ber ku min bi xwe ev rewş jiya. Berî ez bêm girtin, min zextên derûnî, îşkenceya fîzîkî û binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de kiribûn nûçe. Di girtîgehê de ez carek din bûm şahidê vê yekê û min bi çavê xwe dît. Roja ku ez ketim girtîgehê, lêgerîna tazî li ser min ferz kirin. Vê yekê hişt ku ez girtiyan hîn baştir fêm bikim. Mafên girtiyan ên dermankirin, ragihandin û agahî girtinê tên astengkirin. Derbarê xwarin, paqijî û hewadarkirina girtiyan de gelek binpêkirinên mafan hene. Min gelek nûçe derbarê van binpêkirinên mafan de nivîsandibûn. Dema ku ez ketim girtîgehê, min dît ku ev pirsgirêk hîna jî dewam dikin.”   AVA GERIM   Aslan, derbarê binpêkirinên mafan ên di girtîtgehê tên jiyîn de, ev agahî dan: “Girtiyekê ku em bi hev re bûn, ji bo diranê xwe bikişîne berî 7 mehan serlêdan kiribû, lê tu bersiv negirt. Ji bo qawîşê, rojê tenê saet û nîvê ava gerim didan. 20 girtî li qawîşa ez lêbûm diman. Gelo di nava saet û nîvê de, 20 kes wê çawan karibûn serê xwe bişûn? Wê çawan cilên xwe bişûn û paqijiyê bikin? Li hin qawîşan 40 kes diman. Ji ber vê gelek girtiyan bi rojan nedikarin serê xwe bişûn. Di pêvajoya pandemiyê de jî ev rewş dewam kir. Dîsa amûrên paqijiyê ne didina girtiyan. Berî ez bêm girtin, nexweşiyek çerim bi min re rû da bû. Ez derxistim revîrê, lê 15 rojan dermanên min nedan min. Ji ber xemsariya rêveberiya girtîgehê ev nexweşiya min belav bû. Ji ber vê 53 rojna ez bi tena serê xwe di hucreyek 5 metrî de hatim girtin.”   YÊN  KU BI KURDÎ ZANIBÎN TUNEYE !   Aslan, da zanîn ku rêveberiya girtîgehê nameyên ji bo wî diçûn ne didan wî û wiha pê de çû: “Nameyên gelek girtiyan ne didan wan. Nameyên me dihatin asteng kirin. Piştî ez ji girtîgehê derketim gelek hevalên min gotin name ji min re şandine, lê yek ji wan jî nedane min. Hin name bi hincetên pir ji rêzê ne didan min. Di heman demê de nameyên me yên bi Kurdî yan ne didan me, yan jî piştî demek dirêj didan me. Hinceta wan jî kesekê bi Kurdî zanibe tuneye bû. Li vî welatî bi milyonan mirov bi Kurdî diaxivin, lê kesekê ku nameyan werger bike ji bo girtîgehan eyar nakin.”   ‘EZ XEBARA XWE DEWAM BIKIM’   Rojnameger Mehmet Aslan, dest nîşan kir ku ji ber nûçeyên binpêkirinên mafan hatibû girtin û ev peyam da: “Min binpêkirinên mafan ji nêz ve dîtin. Li gorî nûçeyên em çêdikin, bêmafî pir zêdetire. Bi girtina rojnamegeran, dixwazin ku binpêkirinên mafan ji raya giştî veşêrin. Ji bo ku binpêkirinên mafan zêdetir nebin, em rojnameger em ê kameraya xwe, wênekêşa xwe û pênûsa xwe her tim biparêzin. Dixwazin em têk bibin û teslîm bigirin. Lê em di vê yekê de bi israrin; Emê tu carî dev ji ragihandina binpêkirinên mafan bernedin. Emê her tim vê rastiyê ji raya giştî re ragihînin. Em ê li dijî bêmafiyan, bêdeng nemînin.”    MA / Omer Akin