Hevşaredar Akkûş: Wê kenê me kêm nebe 2021-05-28 10:47:11   ÎDIR - Hevşaredarê Îdirê Yaşar Akkûş diyar kir ku 7 sal 6 meh birîna cezayê hefsê ya derbarê wî de biryareke siyasî ye û wiha got: “Wê kenê me kêm nebe.”   Wezareta Karên Navxweyî qeyûm danîbû şûna Hevşaredarê Îdirê Yaşar Akkûş ê HDP'yî. Yaşar bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" girtî dihat darizandin. Danişîna wî di 26'ê gulanê de hat lidarxistin û dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 7 sal 6 meh cezayê zindanê lê birî. Yaşar têkildarî cezakirina xwe peyamek şand û bertek nîşanî biryarê da.    Hevşaredar Akkûş destnîşan kir ku biryara ceza “bêhiqûq û siyasî ye” û got: “Wê li gel vê biryara siyasî ya bêhiqûqî jî kenê me kêm nebe û bi bawerî wê berdewam bike. Wê dawiya dawî jî edalet bicih were. Bila ligel her tiştî jî kenê we kêm nebe. Ji her kesê re silav û hezkirin.”