Esker û cerdevan zorê li gundiyan dikin ku koç bikin 2021-05-28 11:03:15 WAN - Li Gundê Şêxan ê Navçeya Payizava ya Wanê ji ber gundî Kana Mermerê naxwazin, esker zorê li wan dike ku gund vala bikin. Duh esker û cerdevanan li ser gundiyan gule reşandin îşkence kirin û gotin: "Em ê we ji vî gundî derxin. Em destûr nadin hûn li vî gundî bijin."  Li Gundê Şêxan ê Navçeya Payizava ya Wanê Kana Mermer a di sala 2006'an de hatiye avakirin, xwezayê talan û wêran dike. Gundiyên Şêxan li dijî kana mermerê bi bertek in û nerazibûnên xwe tînin ziman. Ji ber çalakiya gundiyan, bi sedan esker û cerdevan di 27'ê Gulanê de bi ser gund de girtin û li ser gundiyan gule reşandin. Esker û cerdevanan ji gundiyan xwestin ku gund vala bikin û gotin "Em destûrê nadin hûn li vî gundî bijîn." Eskeran li gundiyan xistin û nêzî 40 gom (gov/axur) ê welatiyan xera kirin. Gundiyan diyar kirin ku bi sedan esker û cerdevan ketin gund û li wan dane.    'ESKER Û CERDEVANAN GOVÊ ME XERA KIRIN'    Şêniya Gundê Şêxan Hîlal Batug, anî ziman ku di sala 2006'an de Kana Mermer hatiye avakirin û wiha got: "Kana Mermer di sala 2006'an de xistin meriyetê. Lê ji ber gundî li dijî vê yekê derketin, kana mermer dîsa girtin. Salek e dîsa kan vekirine. Ji ber kan zerarê dide xwezayê gundî dê ji neçarî koç bikin. Kan xwezayê û mirovan jahrînî dike. Em naxwazin jahrînî bibin. Esker û cerdevan hatin gundê me û govên (gom/axur) me xera kirin. Gundiyên li dijî vê yekê derketin gule li ser ran reşandin û bombeyên gazê avêtin wan."    'ESKERAN BI HEZARAN GULE LI ME REŞANDIN'    Şêniyê Gundê Şêxan ê 75 salî Sidik Bilek jî anî ziman ku hemû temenê xwe li vî gundî derbas kiriye û wiha got: "Kana mermerê xwezayê wêran dike. Hemû dar û ber hişk kiriye. Ji ber em li dijî ve yekê derketin eskeran bi hezaran gule li ser me reşandin. Eskeran hatin govên me xera kirin. Em binçav kirin. Di maşîna zirxî de li me xistin. Em kana marmerê naxwazin. "    'BI DESTÛRA WALÎ GOMÊ ME XERA KIRIN'    Şêniyê gund Cevdet Yucel jî anî ziman ku eskeran gef li wan xwariye û wiha got: "Dema me got; Hûn çima vê yekê li me  dikin? Gotin 'Em ê we ji vî gundî derxin. Em we li vî gundî nadin jiyandin. Bi destûra walî û qeymeqam govên me xera kirin. Rapora ÇED'ê jî sexte ye. Ku şîrket li vir kar bike em nikarin li vir bijîn. Hatin serê zarokên me şikandin. Ev zulm e. Ev der warê me û welatê me ye. Bila vê zulmê li me nekin."    GOV BI SER PEZ DE XERA KIRIN   Şeniyê Gund Umît Yucel  jî anî ziman ku bêyî wan agahdar bikin û dema pezê wan di govê de bû, gov xera kirin û wiha got: "Gule li ser me reşandin. Bombeyên gazê avêtin me. Zulm li me kirin. Gotin 'Em ê we ji vî gundî derxin' Em naxwazin bên gundê me."    ÎŞKENCE LI GUNDIYAN KIRIN   Welatî Rojbin Yucel  jî anî ziman ku eskeran jinbira wî xistine xwar û wiha got: "Ji ber jinbira min a du canî xistin xwar jiyana wê û zarokê wê ket talûkeyê. Sewalên me kuştin. Ez ji ser hişê xwe çûm. Eskeran li pêş çavê min destê ap û pismamê min kelepçe kirin. Çek xist serê wan. Bi qundarê çekan li wan xist. Em gundê xwe terk nakin."    Welatî Sevda Yucel jî anî ziman ku esker û cerdevan hatin bêyî wan agahdar bikin govên wan xera kirin û wiha got: "Dema em li dijî xerakirinê derketin li me xistin. Bi şîşa li me xistin. Li me dan. Gelek kes birîndar bûn. Ev zulm û neheqî ye. Fermandar got 'Em destûr nadin hûn li vî gundî bijîn.' Em destûrê nadin vê yekê û em ê heta dawî li ber xwe bidin."    Welatî Ergîn Bilek ê gova pezê wî xera kirin jî anî ziman ku eskeran îşkence li wî kiriye û şopa îşkenceyê li bedena wî heye.   MA / Dîndar Karataş