Dema binçavkirina endam û rêveberên SES’ê hat dirêjkirin 2021-05-28 12:45:19 ENQERE - Dema binçavkirina endam û rêveberên SES’ê ku Hevseroka Giştî ya SES’ê Selma Atabey jî di nav de 4 rojên din jî hat dirêjkirin.    Dema binçavkirina 8 endam û rêveberên Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ku Hevseroka Giştî ya SES’ê Selma Atabey jî di nav de 4 rojan din jî hat dirêjkirin. Di 25'ê gulanê de Hevseroka Giştî ya SES'ê Selma Atabey, Hevseroka Giştî ya SES'ê ya berê Gonul Erden, Endamên Desteya Rêveberiya Navendî yên SES'ê yên berê Fîkret Çalagan, Belkiz Yûrtsever, Hevseroka Giştî ya SES'ê ya berê Bedriye Yorgun, Rêvebera Şaxa SES’ê ya Enqereyê ya berê Rona Temellî, Erdal Tûran û endamên SES'ê yê teqewîtbûyî Ramazan Taş di serdegirtinên malên xwe de hatibûn binçavkirin. Ji ber biryara sînordarkirinê, sedemê binçavkirinê nayê zanîn. Ji ber dirêjkirina dema binçavkirinê, tê payîn ku roja yekşemê wan derxînin Edliyeya Enqereyê.