Demîrtaş: Qirêjiyê di nava dewletê de teqiya, wê hesab were pirsîn 2021-05-28 13:26:27   ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş di danişînê de bal kişand ser têkiliyên dewlet-mafya-siyasetê ku ket rojevê û got: “Qirêjiya di hundirê dewletê de teqiya û derket holê. Wisa xuya dike ku wê demek nêz de derkevin pêşberî hiqûqê."    Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bi îdiaya “heqaret” li Serdozgerê Komarê yê Enqereyê yê berê Yuksel Kocaman kiriye û “gef” lê xwariye doz lê hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya doza Demîrtaş li 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqeeyê hat lidarxistin. Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F lê girtî ye bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Parêzerên Demîrtaşû parlamenterên HDP’ê doz şopandin.    DOZGER 8 SAL CEZA XWEST    Danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Dozger biryar ango mutalaya xwe pêşkêşî şandeya dadgehê kir. Dozger xwest Demîrtaş heta 8 salan were cezakirin.    ‘HER ROJA KU DIÇE WINDA DIKE’    Demîrtaş li dijî mutalayê axivî û doza lê hatiye vekirin wek “komplo” nirxand û wiha got: “Niha li Tirkiyê rejîma yek zilamî ya otorîter heye. Her roj piştevaniya gel ji bo wan kêm dibe. Dike nake li pêş nakev lewma jî muxalefetê di bin fişaran de dihêle. Dixwaze bi vîawayî îqtidara xwe li ser pêya bihêle. Daraz jî ketiye xizmeta îqtidarê û fermanê wan pêk tîen.”    ‘WÊ HESAB WERE PIRSÎN’    Demîrtaş destnîşan kir ku hin endamên darazê pêvajoyê bi xwestekek mezin bi rê ve dibin û wiha got: “Helbet wê hesabê vê yekê li pêşberî darazê were pirsîn. Dadger û dozger gotinek ji bo AKP-MHP’ê nabêjin. Mudaxileyî parastina min dikin. Ji ber fikara kar dadger û dozger dibin şirîkê vê bêedaletiyê. Hiqûqzanek ku hişê wî li serê wî be, nikare parastina min wek sûc arasteyî min nake.”    ‘DOZGER FERMANÊ JI ERDOGAN DIGIRE’    Demîrtaş hevdîtina dozger Yuksel Kocaman a li gel Tayyîp Erdogan jî bi bîr xist û got: “Dema Daîreya 2’yemîn a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê derbarê min de biryara berdanê da, Erdogan rabû û got ‘em ê li dijî vê biryarê hemleya xwe bikin’. Heman êvarê Yuksel Kocaman vê daxuyaniya Erdogan di hesabê xwe yê medya civakî de belav kir. Endamê darazê neçare eşkere bike ku çima hevdîtin kiriye. Dema ez dibêjim wê li pêşberî darazê hesabê vê yekê were pirsîn, dikin sûc, çima dibe sûc? Heman dozger beşdarî xebata AKP’a Zongûldakê ya hilbijartinê bûye. Heke ev dozger derbarê min de lêpirsînê bi rê ve dibe, di heman demê de dema ez vê tînim ziman, çima wê bibe hedef. Yuksel Kocaman piştî zewicî bi Erdogan re wêneyê malbatî girt. Çawa dibe ku endamek darazê diçe Qesrê û bi serokek giştî yê partiyekê re hevdîtin dike?”   ‘DARIZANDINA WAN DI DEMEK NÊZ DE YE’    Demîrtaş bal kişand ser têkiliya dewlet-mafya-siyasetê ku ji nû ve ket rojevê û wiha got: “Qirêjiyên di nava dewletê de teqiyan û li derdorê belav bûn. Wisa xuya dike ku wê demek nêz de derkevin pêşberî hiqûqê. Wê çaxê em ê ji Yuksel Kocaman jî hesab bipirsin. Ji îqtidarek wiha re dozgerek wiha… Ev doz qetilkirina hiqûqê ye. Tişta di vê dozê de tenê were kirinê ew e ku biryara beraetê were dayîn.”    Danişînê bi parastina parêzeran berdewam kir.