BMG: Em bi têkoşîna mafdar a malbata Şenyaşar re ne 2021-05-28 14:50:51 ENQERE - BMG’ê, bal kişand ser têkoşîna malbata Şenyaşar a ligel hemû astengiyan jî di roja 81’an li ber edliyê dewam dike û da zanîn ku ew bi têkoşîna mafdar a malbata Şenyaşar re ne.    Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG), derbarê malbata Şenyaşar a 81 rojin li ber Edliya Rihayê nobeta “Edaletê” dewam dike de, civîna çapemeniyê li dar xist. Civîn li Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Enqerê pêk hat. Di civîne de pankarta “Bersûc diyarin em edaletê dixwazin #Jimalbataşenyaşarreedalet” hat vekirin.   Endama BMG’ê Dîlan Mollaahmetoglû, di civînê de axivî û wiha got: “Desthilatdariyê, bi deh hezaran mirovên têkoşîna demokrasî, edalet, aştî û azadiyê bi rêve birin, bi destê daraza siyasî girtin û hewl dide siyaseta demokratîk têk bibe.”   ‘ZIMANÊ GEFÊ’   Mollaahmetoglû, diyar kir ku desthilatdariyê di dema hilbijartinê de, tifak bi hemû torên sûc ên herêmî re danî û hewl da bi vî awayî zextan li civakê bike. Mollaahmetoglû, bal kişand ser êrişa li dijî malbata Şanyaşar û wiha got: “Rûyê rast ê AKP’ê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de, derket. Parazvan û xizmên wekîlê AKP’ê sê ferdên malbata Şenyaşar qetil kirin. Ligel vê yekê ferdên malbata Şenyaşar gelek caran hatin binçavkirin. Malbat li dijî bêmafî û bêhiqiya li wan hatiye kirin, çalakiya xwe ya edaletê dewam dike. Gelek partiyên siyasî, sendîka, rêxistinên pişeyî û hêzên demokrasiyê bi armanca piştevaniyê malbat ziyaret kirin. Ji Kurdistanê heya Behra Reş têkoşîna edaletê dewam dike. Daraza AKP’ê bersûcan diparêze. Em weke BMG’ê em Celal, Adil û Hacî Esvet Şenyaşar bi bîr tînin û em dibêjin ku em bi têkoşîna mafdar a Malbata Şenyaşar re ne.”    Hevseroka HDP’ê ya Enqerê Pakîze Sînemîllîgolû û Hevserokê Şaxa Komeleyên Elewî ya Demokratîk (DAD) yê Enqerê, axaftin kirin û wiha gotin: “Edale ji hemû kesan lazime. Di dawiya dawî de emê edaletê  pêk bînin. Emê hesap ji desthilatdariyê bixwazin.”