Meleyê hewl da dest dirêjî zarokekî bike hat girtin 2021-05-28 15:37:40 MÊRDÎN - Li navçeya Artûklûyê mele A.Z. ku derket holê hewl daye dest dirêjî zarokekî kurik bike, hat girtin.   Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê, meleyê mizgeftê A.Z. ku derket holê hewl daye dest dirêjî zarokekî 13 salî bike hat girtin. Şêniyekî taxê şahidiya vê hewldana destdirêjiyê dike û rewşê ji malabata zarok re radigihîne. Li ser vê malbata zarok giliya mele dike.    Piştî gilîkirina malbata zarok derbarê mele de lêpirsîn hat destpêkirin û mele A.Z. hat binçavkirin. Mele A.Z. di bin çavan de îfadeyên bi nakok da û di 25’ê gulanê de sewqî Edliyeya Mêrdînê hat kirin û bi sûcdariya “îstismarkirina zayendî ya zarok” hat girtin.