Di operasyona MEBYA-DER’ê de 6 kes hatin girtin 2021-05-28 16:08:52   WAN - Li Wanê Hevseroka MEBYA-DER’ê Gulistan Onver jî di nav de 6 kes hatin girtin.    Polîsan di 19'ê Gulanê de, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê derbarê Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) bi rêve bir de, bi ser malan de girtibûn û 17 kes binçav kiribûn. Emîne Şaybak piştî îfade dayînê serbest hatibû berdan. Ji 16 kesan Hevseroka MEBYA-DER’ê Gulistan Onver jî di nav de 6 kes hatin girtin.   Piştî ku li miduriyeta polîsan îfadeya 16 kesan hat girtin sewqî Edliyeya Wanê hatin kirin. Bêyî ku îfadeya wan a dozgeriyê bê girtin sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê hatin kirin. Dadgehê Hevseroka MEBYA-DER’ê Gulistan Onver ku 3 emeliyatên fitikê derbas kirin, endamên komeleyê Cîhat Aksû, Ceyda Dîndar, Azîze Oner, Şevket Kaplan û nexweşê şekirê Seracettîn Bayhar ê beriya mehekê tiliyên wî yên lingî hatine birîn girtin. Dadgehê Mahmut Dîndar, Cevdet Bîlekçî, Îsa Demîragaç, Sureyya Azba, Nuhi Alici, Savaş Encu, Şevket Kaplan, Halîl Karakoç, Kamuran Çîftçî, Nebî Kaçak,Halime Suslu û Muhsin Demîr bi şertê kontrola edlî berdan.    Hat hîn bûn ku kesên hatine girtin birine Girtîgeha Tîpa T a Wanê.