Li Dêrgûlê 300 donim erd şewitî 2021-05-28 16:36:30   ŞIRNEX – Li bajaroka Dêrgûlê ya Şirnexê agir bi zeviyan ket û 300 donim erd şewitî.    Li taxa Nasirhan a girêdayî bajaroka Dêrgûlê ya Şirnexê, di seatên nîvro de agir bi zeviyan ket. Agir hê jî nehatiye vemirandin û didome. Ji hêla xebatkarên agirkujê û welatiyan ve xebatên vemirandina agir tên meşandin.   Hat ragihandin ku zêdetirî 300 donim zeviyên ceh û genim ji ber şewata ku derketiye şewitîne.