Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 47 hezar û 134 2021-05-28 20:20:48 NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî de ji ber koronayê 164 kesan jiyana xwe ji dest dan û 7 hezar û 773 kes jî pê ketin.    Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê tabloya vîrûsa koronayê (Covîd-19) a rojane belav kir. Li gorî daneyên Wezaretê; li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di 24 saetên dawî de ji ber koronayê de 164 kesan jiyana xwe ji dest dan û 7 hezar û 773 kesên din jî pê ketin. Tevî daneyên îro li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 47 hezar û 134 hezar û hejmara kesên heya niha pê ketine jî bû 5 milyon 228 hezar û 322.