Leşkeran li Hevserokê HDP’a Farqînê dan, hevserok rakirin nexweşxaneyê 2021-05-29 00:43:54 AMED – Li gundê Mîreliyana navçeya Farqînê, leşkeran li Hevserokê HDP’a Farqînê Kenan Kaydû dan. Ji ber lêdana leşkeran Kaydû ji ser hişê xwe ve çû û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yûsûf Azîzoglû. Malbata Oner Kirmaz (Mahîr Farqîn) ê HPG’î ku di 14’ê Nîsanê de li navçeya Licê ya Amedê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyê kurê xwe ji Nexweşxaneya Lekolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîlê girt û li gundê Mîreliyan ê navçeya Farqînê veşart. Rexmî ku leşkeran gund dorpeç kir jî bi sedan kes tevlî merasîmê bûn û bi awayekî girseyî cenazeyê Kirmaz veşartin.    LEŞKERAN LI HEVSEROKÊ HDP’Ê DAN   Rêxistina HDP’a Farqînê ku di çarçoveya xebatên xwe yên siyasî de çûbû gundan, dema ku xwest biçe gundê Mêreliyayê ku ji aliyê leşkeran ve hatibû dorpêçkirin, hat astengkirin. Leşkeran li derveyî gund pêşiya HDP’iyan girt û nehiştin derbasî nav gund bibin. Bi astengkirinê re êrişê Hevserokê HDP’a Farqînê Kenan Kaydû kirin û bi awayekî tund lê dan û Kaydû desteserkirin û li dormîşa xwe siwar kirin. Di dormîşê de jî leşkeran li Kaydû dan. Ji ber lêdana leşkeran Kaydû ji ser hişê xwe ve çû. Ji ber ku rewşa wî ne baş bû, ambulans hat gund û Kaydû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yûsûf Azîzoglû.    KAYDÛ BÛYER VEGOT   Me bi rêya telefonê xwe gihand Kaydû. Kaydû, da zanîn ku ji bo xebatên xwe yên siyasî dema ku çûne gundan, leşkeran li gundê Mîreliyan pêşiya wan biriye û got: “Ji me re gotin hûn hatine çi? Nehiştin em derbasî nava gund bibin û di navbera me de nîqaş çêbû. Bi nîqaşê re êrişî min kirin û ez birim xistin dormîşa xwe. Di dormîşe de destê min ji paş ve kelemçe kirin. Dema ku ez il ber vê rabûm, leşker jî bi hev ketin. Hinekan ji wan got, hewceyî kelemçeyê nake û hinekan ji wan jî gotin hewce dike û destê min vekirin. Di vî halî de jî li min dan û rewşa min ne baş bû. Dema ku rewşa min ne başbû, leşkerek qîr kir. Leşkerên din jî li ber wî rabûn û gotin dev jê berde bila geber bibe.”