ROJEVA 29'Ê GULANA 2021'AN 2021-05-29 09:00:02 * Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di pirtûkên xwe de ji bo têkiliya çete-dewlet-mafyayê wiha dibêje: "Çetevaniya dewletê, tê wateya jiholêrakirina dewletê. Heger hûn rê li ber çeteyan vekin, dê dewlet parî parî bibe û hiqûq veguhere metayê."  * Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek, destnîşan kir ku polîtîkayên Tirkiyeyên yên derbarê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federê de, bi heman stratejiyan tên meşandin û got: "Tekane armanca Tirkiyeyê, jiholêrakirina statuya kurdan e."   * Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Tuncer Bakirhan, bal şikand ser daxuyaniyên Serokê  Mafya Sedat Peker û destnîşan kir ku ji ber pirsgirêka Kurd çareser nabe, mafya pêş dikeve û wiha god: "Divê helwest û seknek ku ji pêşkêşkirina çavkaniyên welat a ji bo çeteyan û mafya re bêje na, bê avakirin.    * Rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol behsa Rojnameya Ozgur Gundemê kir û got: “Ozgur Gundem li aliyekî bi xwe re hişyariyek dianî û li aliyekî bi êrişan re rûbirû dima. Serdemek ku em jê re dibêjin ronesansa kurd bû.”    * Dayika Xezal Kilinç a ku 10 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye diyar kir ku bi wê hesretê xwîn çûye ser mêjiyê wê û felc dimîne û got: "Beriya ez bimirim dixwazim azadiya kurê xwe bibînim."    * Rojnamevan Mehmet Erol, giliyê polîsan kir. Di dema şopandina nûçeyan de polîsan nehiştibû rojnamevan Erol dîmenan bigire û gef lê xwaribûn.    * Girtî Îbrahîm Ateş, diyar kir ku ji ber ku ketine greva birçîbûnê îdareya girtîgehê ew xistine hucreyên yek kesî û pêdiviyê wan nayên peydakirin.    * B.G. ku li Kadikoyê di aşxaneyekê de dixebitî û piştî taciz û mobbîngê ji kar hat derxistin, anî ziman ku piştevaniya rêxistinên jinan ew bi hêz û quwet kiriye.    * Dayikên Şemiyê wê di hefteya 844'emîn de li ser medya sanal dê li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)    * Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Xizmên Windayan wê di hefteya 642'yemîn de li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)   * Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî di hefteya 351'emîn de wê bi rêya onlaynê li Enqereyê bal bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di hefteya 478'emîn de wê çalakiya "Rûniştina F" li dar bixe û balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş. (13.30)