Rojnamevan Erol giliyê polîsên ku gef lê xwaribûn kir 2021-05-29 09:01:55 AMED - Rojnamevan Mehmet Erol, giliyê polîsan kir. Di dema şopandina nûçeyan de polîsan nehiştibû rojnamevan Erol dîmenan bigire û gef lê xwaribûn.    Li Amedê di 10'ê Adarê de nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Erol, xwestibû daxuyaniya li Parka Koşûyolûyê ya derbarê çalakiyên greva birçîbûnê de bişopîne, lê polîsan nehiştibû û gef lê xwaribûn. Rojnamevan Erol giliyê polîsan kir.    Erol, piştî gefa polîsan serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê da û piştî dosyeya gilîkirinê hat amadekirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da û giliyê polîsên ku gef lê xwaribûn kir.    Erol, anî ziman ku polîsan girseyê dorpêç kirin û nehiştin rojnamevan daxuyaniyê bişopînin. Erol, destnîşan kir ku dema xwestiye dîmenan bigire, polîsan ew asteng kirine û gava Parlementera HDP'ê Remziye Tosûn diaxifî, polîsan xwestiye çapemenî ji wir biçe.    Erol, bilêv kir ku gava îtiraz kiriye vê carê polîsan gef lê xwariye û got: "Gava em ji wir hinekî din bi dûr biketana, me yê nikaribûna dîmenan bigire. Jixwe polîsan tim digot 'herin, ji vir veherin.' Her ku em paş ve diçûn, hîn bêtir em dûr dixistin. Gava me got, em têra xwe paş ve vekişiyane, gotin 'Ev ne di destê te de ye.' Gava me îtiraz kir û me got, 'ji bo dîmengirtinê hûn nikarin me asteng bikin', gotin 'karta we ya çapemeniyê tune ye, hûn nikarin dîmenan bigirin.' Gotin, karta zer a çapemeniyê mecbûrî ye û îdia kirin ku me dîmenên wan girtine û gotin, 'hûn nikarin dîmenên polîsan bigirin.' Me jî got, jixwe em dîmenên polîsan nagirin, em karê xwe dikin. Polîsan jî bi awayekî fîzîkî hewl didan me hîn bêtir ji qadê dûr bixin. Polîsê diaxivî qîriya û got, 'hîn bêtir, herin wî aliyê peyareyê, lê biner ez ê careke din dubare nekim.' Bi vî awayî gef li me xwarin. Gotin, gava hûn venekişin ew ê bi dijwarî mudaxile bikin. Em jî mecbûr man vekişin. Piştî em vekişiyan, polîsan li dor dorpêça ewil, xelekek hîn mezintir çêkirin."    Erol, anî ziman ku tim bi bûyerên bi vî rengî re rû bi rû dimînin û di daxwaznameyê de dîmenên vê bûyerê jî hene û xwest derbarê polîsan de lêpirsîn bê destpêkirin.