Aykol: Ozgur Gundem bû ronesansa kurdan 2021-05-29 09:52:22 ENQERE - Rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol behsa Rojnameya Ozgur Gundemê kir û got: “Ozgur Gundem li aliyekî bi xwe re hişyariyek dianî û li aliyekî bi êrişan re rûbirû dima. Serdemek ku em jê re dibêjin ronesansa kurdan bû.”    Di dîroka çapemenî û weşangeriya kurd de cara ewil rojnameyek bi tirkî ya rojane Ozgur Gundem 29 sal berê dest bi weşana xwe kiribû. Ozgur Gundemê di 30’yê gulana 1992’yan de li Stenbolê dest bi weşana xwe kir. Ev rojnameya ji bo kurdan bi nirx li Kurdistanê dibû deng û rengê gelê kurd, bûyeran ji tariyê derdixist rastiyê û ronahiyê. Rojname bûbû armanca êrişên dewletê. Buroyên wê hatin şewitandin, nûçegihan û belavkarên wê, nivîskarên wê  hatin qetilkirin. Avahiya wê hat bombebarankirin lê dîsa jî dev ji rastiyan berneda. Di 14’ê gulana 1994’an de li ser biryara dadgehê hat girtin.    147 SAL CEZA LI XEBATKARAN TÊ BIRÎN    Nivîskar û sazûmankarê Ozgur Gundemê Apê Mûsa (Mûsa Anter) jî di nav de 8 nûçegihan û 19 belavkarên wê bi awayek “kiryar nediyar (faîlê meçhûl)” hatin qetilkirin. Derbarê 486 hejmarên wê de doz hatin vekirin û bi giştî 147 sal cezayê hefsê li xebatkarên wê hat birîn.    BI FERMANA ÇÎLLER TÊ BOMBEKIRIN    Buroya teknîkê û buroya navendê yên li Stenbolê û buroya li Enqereyê di 3’ê Kanûna 1994’an de bi êrişa bombeyî re rûbirû man. Xebatkarê rojnameyê Ersîn Yildiz ê 32 salî li buroya teknîkê ya li Kadirgaya Stenbolê jiyana xwe dest da. 23 xebatkar birîndar bûn. Bi salan şûn ve Kovara Tempo belgeyan weşand û bi van belgeyan destnîşan kiribû ku fermana bombebarankirina Ozgur Gundemê Serokwezîra wê demê Tansû Çîller û koma xwe dane.    Rojnamevan û nivîskar Huseyîn Aykol ê di nava sazûmankariya Ozgur Gundemê de cih girt behsa mîsyona Ozgur Gundemê kir.    HALK GERÇEGÎ, YENÎ ULKE Û OZGUR GUNDEM   Aykol bi bîr xist ku beriya Ozgur Gundemê wan di sala 1990’î de rojnameya Halk Gerçegî (Rastiya Gel) a heftane derdixistin û ji ber zextan ew rojname hat girtin. Aykol da zanîn ku piştî Halk Gerçegî bi rojnameya Yenî Ulke (Welatê Nû) weşangeriya rojnameyê dewam kirine û piştî ku eleqeya gel ji bo rojnameyê zêde bûbû wan li ser vê yekê rojnameya Ozgur Gundemê ya rojane derxistin.    DIBE PLATFORMA WELATPARÊZAN    Aykol destnîşan kir ku rojnameya Ozgur Gundem di wê serdemê de bû wek platformek aliyê çep û hezên welatparêz û gerînendeyê weşanê yê ewil Ahmet Kahraman bû û bi piştevaniya gelek rojnamevanan dest bi weşanê kirin.    ‘OZGUR GUNDEM RONESANSA KURD BI XWE RE ANÎ’    Aykol anî ziman ku Ozgur Gundemê ji ber nûçe û nivîsên xwe pilanên polîtîkayên dewletê xera kir û ji ber dengê rastiyê radigihand bû armanca êrişên dewletê û wiha got: “Hin hevalên me tenê ji ber ku nûçe çêkiribûn hatin qetilkirin. Belavkarên me jî bûn armanca êrişên dewletê. Destpêka wê wisa bû. Rojnameya heftane pir hat firotin û eleqe zêde bû. Divê me pêdiviya rojnameyek rojane dabîn bikira. Li ser vê yekê me Ozgur Gundemê derxist û mafê nûçeyan ê xelkê pêk anî. Serdema ku me Ozgur Gundemê derxist di heman demê de wek serdemek ‘ronesansa kurdan’ bû. Kurdan damezrandina partiyek nû ava ragihand. Di wan salan de Partiya Kedê ya Gel (HEP) hat avakirin. Rojnameyan jî dest bi weşanê kiriye. Rojnameya tekane bi kurdî jî dest bi weşanê kir. Weşanxane hat avakirin û kurdan dest bi derxistina pirtûkan kir. Ji salên 1990’î pê ve li Tirkiyê ronesansek kurdan dest pê kir. Rojnameya Ozgur Gundem li aliyekî bi hişyariyek mezin bi xwe re dianî li aliyekî jî bi êrişên dewletê re rûbirû dima. Xelkê bi elqeyek germ rojnameyê pêşwazî dikir û dewletê viya didît. Mixabin di wan rojan de dewletê bi herikîna xwînê rojnameya me pêşwazî kir. Lê Ozgur Gundemê hemû kirinên dewletê û hêzên tarî deşîfre dikir. Ozgur Gundem dengê rastiyê bû. Ozgur Gundem ji derdorên çep û çepgir re jî bû mînak.”   MA / Zemo Aggoz