Li Cûdî dar tên talankirin 2021-05-29 10:36:58 ŞIRNEX - Li qada Besta Tîkera ya li Çiyayê Cûdî di çavdêriya leşkeran de cerdevan daran dibirin û talan dikin.    Li qada Besta Tîkera ya li Çiyayê Cûdî bi ser Şirnexê ve di çavdêriya leşkeran de cerdevan daran dibirin û xwezayê talan dikin. Hat zanîn ku bi alîkariya cerdevanên ji Bajarokê Sêgirkê ya Qilebanê û hin welatiyan dar tên birîn. Ji roja sêşemê ve dar tên talankirin û tê gotin rojane 400 ton dar tên birîn.    Hat diyarkirin ku komek nêzî 70 kesî ku bi piraniya wan cerdevan in, bi xîzarê daran dibirin. Li qada dar tên birîn nêzî 30 traktor jî didin xebitandin û rojane herî kêm 4 sefer daran dibin. Ev darên ku tên birîn vediguhezin tabûra leşkerî ya di navbera bajarokên Sêgirkê û Gundikê Melê de.    Li vê devera ku dar tên birîn nêzî qadên herêma ewlehiya taybet a leşkerî ne. Sala par jî li qadên Gûrariştê, Gera Rûviya, Şikira Kera ve Banê Elî yên bi ser gundên Cifanê, Nerex, Gilindor, Nêvava, Sorbitnê, Bêşêrê, Gundikê Remo ve bi mehan dar hatibûn birîn.