Gefa kuştinê li gundiyên li dijî kana mermer derketin xwarin 2021-05-29 10:37:29 WAN - Niştecihên gundê Şêxan a navçeya Payîzava ya Wanê yên li dijî avakirina kana mermeran derketin, eskeran bi ser wan de gule û bombeyên gazê berdan, diyar kirin ku eskeran gefa kuştinê li wan xwarine.   Niştecihên gundê Şêxan a girêdayî navçeya Payîzava ya Wanê, ji ber ku li dijî çêkirina kana mermeran a li gundê xwe derketin, rastî êriş û tundiya esker û cerdevanan hatibûn. Ji hin welatiyên gund ên eskeran gule û bombeyên gazê bi ser wan de barandibûn, gefa kuştinê li wan xwaribûn, bi lêdanê hatibûn binçav kirin. Ji ber ku axurên gundiyan ji bo kana mermer bi dozeran hatin hilweşandin, hemû heywanên welatiyan derve man.    Welatiyan, diyar kirin ku alavên wan dibin hilweşandinê mane û dest nîşan kirin ku ev zilme û tundiya li wan hat kirin vegotin.      Zarîfe Bîlek, diyar kir ku dixwazin bi zorê cih û warên wan deste ser bikin û wiha axivî: “Dixwazin kana mermeran li ser cihê heywanên me, erd û zeviyên me çêbikin. Gundê me pir biçûke. Ji ber vê em bi şev heywanên xwe dibin vê derê û berivantiya xwe li vê derê dikin. Bê agahiya me axurên me hilweşanidn. Dema me xwest em heywanên xwe jê derbixin jî, em asteng kirin û li me xistin. Mirişka me dibin hilweşandinê de ma. Roja ku axurên me hilweşînin, gelek bombeyên gazê avêtin gundê me jî. Zarokên me ji gazê bi bandor bûn. Em naxwazin kana mermeran li vê derê ava bikin. Emê destûrê nedin kana mermeran.”   Mîkaîl Bîlek jî, anî ziman ku cihê bêrîvantiyê û stargeha heywanên wan tenê ev dere û wiha got: “Niha bihare, em dikarin îdare bikin, gava zivîstan hat, em ê wê demê çibikin?”   GEFA KUŞTINÊ LI WAN XWARIN   Ji niştecihên gund Mahîr Yucel jî, da zanîn ku di dema hilweşatinê de xwestine ku heywanên xwe ji axurên derbixin, lê esker û cerdevanan êrişî wan kirine û derb kirine. Yucel, tiştên jiyan wiha vegot: “Esker û cerdevanan bombeyên gozê avêtin gundê me. Bi ser me de gule berdan. Gundî bi gotina ‘em ê we bikujin’ tehdît kirin. Roja çek bi kar anîn, bi birayê min re 6 kes binçav kirin. Dibin şert û mercên zor û zehmet de, bi zorê me bi 100 hezar lîreyan ji heywanên xwe re axur çêkir. Axurê me jî hilweşandin. Ez niha wî pereyî çawan kom bikim. Zivistan li pêşiya me ye, em ê heywanên xwe di ku derê de xwedî bikin? Tekane debara me li ser sewalkariyê ye. Ger em niha dest ji sewalkariyê berdin, emê bi çi debara xwe bikin? Niha ji bo kaneke mermeran, hemû gundiyan ji nedîtî ve tên.”    SERDANÊN WAN BÊ ENCAM MAN   Arafat Bîlek jî, daxuya kirin ku wan gelek caran daxwazname dan welatiyê û qeymeqamtiyê, lê bi tu awayî bersiv ji bo wan nehat dayîn. Bîlek, diyar kir ku di dema êrişê de, eskeran 4 saetan kelepçekirî dan rawestandin û wiha bilêv kir: “Gelek alavên min dibin axura hilweşandin de man. Li vê derê nêzî 100 kesan dijîn. Em hemû heywanên xwe li wê derê xwedî dikin. Niha di destê me de, tu tişt nemaye. Berî 14 salan kan li vê derê ava kirin, lê me destûr neda ku me ji vê derê derbixin. Herî dawî bi eskeran re hatin û xwestin bi zorê me ji xaka me derbixin. 25 axurên me bi dozeran hilweşandin.”   ‘EV ZILME’   Welatî Altûn Bîlek jî, anî ziman ku pir kêm mabû ku zarokekê wî dibin hilweşanindê de bimîne û wiha bertek nîşan da: “Hemû heywanên gund li wê qadê dimînin. Em li wê derê bêrîvantiyê dikin. Ew der stargeha heywanên me ne. Niha hemû heywanên me derve dene. Em bi heywanên xwe debara xwe dikin. Tişta ku hat kirin zilme. Ev zilm nayê qebûl kirin.”   MA / Bariş Donmez