Malbata Şenyaşar: Rojên ku hesabê bidin nêzîk in 2021-05-29 11:27:24   RIHA - Malbata Şenyaşar a ku çalakiya xwe ya nobeta edaletê didomîne, wiha got: “Rojên ku kesên zilmê dikin li pêş darazê hesabê bidin nêzîk in.”   Çalakiya nobeta “Edaletê” ya Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê, di roja 82’emîn de dewam dike. Malbata Şenyaşar ji ber qedexeya derketina kolanan çalakiya xwe li mala xwe ya li Pirsûsê didomîne. Malbatê li ser hesabên xwe yên medya sanal spasiyên xwe pêşkeşî Meclîsa Jinan a Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ku duh çûbûn seredana wan kirin û ev peyam parve kir: “Heq, hiqûq, edalet li bin piya diperçiqe. Her kex vê dibîne. Rojên kesên ku zilmê dikin li pêş darazê hesabê bidin nêzîk in. Wê dîmenên komkujiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hemû cîhan temaşe bike.”