Kelemçekirî kemoterapiya girtiyê nexweş hatiye kirin 2021-05-29 14:02:54   ENQERE - Înîsiyatîfa re Girtiyên Nexweş re Azadî diyar kir ku tedawiya kemoterapi ya girtiyê nexweş M. Zahît Ozdemîrlî bi kelemçekirî hatiye kirin û xwest li tavilê were berdan.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 351’emîn de çalakiya heftane bi rêya medya sanal li dar xist. Înîsiyatîfê vê hefteyê jî bi vîdeoyekê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşîna penceşêrê M. Zahîr Ozdemîrlî yê li Girtîgeha Kurkçulera Edeneyê ya Tîpa F dimîne. Rêvebera Navenda Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen di vîdeoyê de axivî û bal kişand ser rewşa Ozdemîrlî.    KELEMÇEKIRÎ TEDAWIYA WÎ KIRINE    Çevîrmen diyar kir ku Ozdemîrlî ji sala 2016’an ve girtî ye û ji bo were tedawîkirin rojane bi qasî 750 kîlometre di navbera rêya Elbîstanê û Edeneyê de bi kelemçekirî bi wesayîta rîngê birine û anîne. Çevîrmen anî ziman ku di meha çile ya îsal de teşhîsa penceşêrê lê hatiye tespîtkirin û pêdiviya wî bi xwedîkirin û piştevaniyek derûnî heye. Çevîrmen destnîşan kir ku di 12’ê nîsanê de tedawiya kemoterapiyê ya Ozdemîrlî hatiye kirin û bi awayek kelemçekirî ku di çavdêriya sê leşkeran de pêk hatiye. Çevîrmen got piştî tedawiya kemoterapiye bi bayê bezê wî birine Girtîgeha Kurkçûlerê ya Tîpa F û ji ber rewşa girtîgehê her ku diçe rewşa tenduristiya wî nebaş dibe. Çevîrmen anî ziman ku ji bo cezayê Ozdemîrlî were rawestandin parêzerê wî serî li darazê daye lê heta niha tu encamek jê derneketiye û xwest Ozdemîrlî û tevahiya girtiyên nexweş li tavilê werin berdan.