Nişeya nexweşiyên Ozkan pê re şandin nexweşxaneyê 2021-05-29 14:44:13   AMED - Hevalên Mehmet Emîn Ozkan ên qawişê, ji ber ku nikare xwe îfade bike, nişeyek têkildarî nexweşiyên wî nivîsandin û dema çû nexweşxaneyê xistin berîka wî û jê xwestin bi xwe re bibe nîşanî bijîşkan bike.    Girtiyê nexweşê giran Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî yê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtiye, di 17, 18, 19, 20 û 24 Gulanê de, rewşa wî giran bû û rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê. Ozkan di 25’ê Gulanê de cara 6’emîn bi kelepçeyê sewqî Nexweşxaneyta Gazî Yaşargîlê kirin. Ozkan di 3 rojên li nexweşxaneyê hat dermankirin de, bi textê razanê ve hat kelepçekirin û piştre ligel ku rewşa wî girane jî  paşve şandin girtîgehê.    DAXWAZA BERDANÊ   Dîmenên Ozkan ên bi kelepçeyi rastî bertên mezin hatibûn. Rêxistinên civaka sivîl li ser vê yekê xwestibûn ku înfaza Ozkan bê talûqkirin û serbest bê berdan. Rêxistinên civaka sivîl, ev daxwaza xwe ji rayedarên dozgeriyê re jî ragihandibûn.    NIŞE   Hevalên Mehmet Emîn Ozkan ên qawişê, ji ber ku nikare xwe îfade bike, nişeyek têkildarî nexweşiyên wî nivîsandin û dema çû nexweşxaneyê xistin berîka wî û jê xwestin bi xwe re bibe û nîşanî bijîşkan bike.   Di hesabê medya înternetê ya li ser navê Mehmet Emîn Ozkan hatiye vekirin, têkildarî nişeyê ev parvekirin hat kirin: “Hevalên odeya Mehmet Emîn Ozkan ên li mêze dikin, ji ber ku Ozkan nikare xwe îfade bike, nişeyek biçûk derbarê nexweşiyên wî de nivîsandine û xistine berîka wî.”   Di nişeya hat parvekirin de, cih ji bo van agahiyan hat dayîn: “Dil xelandin, xwarin nexwarin, ne derketina tuwaletê, her tim recifandin, nikare bi axive, hîs nake, lingê wî diwerime, pêdiviyên xwe yên weke ser şûştin û çûyîna tuwaletê nikare bi tena serê xwe pêk bîne. Bi şev nikare razê. Rewşa wî her tim ne başe. Hevalên wî şevê nobetê lê digirin. Tansiyona wî her tim bilind dibe. Di nava rojê de, em 5-6 caran tansiyona wî digirin û dipîvin. Tansiyona wî di 19’ê Gulana 2021’an de, serê sibê, 17/6, 14/8, 15/9, 18/7 bi şev jî: 19/6, 22/8, 17/5, 23/6.”