ÎHD'ê xwest girtiyê nexweş Gunden were berdan 2021-05-29 16:03:15   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Îsmet Gunden û xwest were berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyê nexweş Îsmet Gunden bi awayekî online daxuyanî da. Daxuyanî rêveberê komeleyê Ahmet Çîçek xwend. Çîçek, diyar kir ku di çalakiya xwe ya vê hefteyê de cih didin girtiyê nexweş Gunden ê li Girtîgeha Kiriklar a Îzmîrê ya Tîpa F a Hejmara 2’yan dimîne û da zanîn ku Gunden ji ber ji dosyayeke ku beriya niha jê hatibû darizandin 7 sal 6 meh cezayê hefsê xwaribû, di 15’ê çileya 2021’an de hatiye girtin.    REWŞA TENDURISTIYÊ      Çîçek anî ziman ku bi Gunden ê 66 salî re nexweşiyên prostat, şekira pêşve çûyî, nexweşiya dil, xetimîne demaran (piştî ku hat girtin 2 caran anjiyo bû), têrnekirina gurcikan, tansiyon, recifîna dest û lingan a pêşketî, nexweşiya çavan, jana hestiyan, kolesterol, fitiqa piştê, nexweşiya guhan û gelek nexweşiyên din ên cuda hene. Çîçek destnîşan kir ku di pêvajoya 4 mehan a girtîgehê de nexweşiyên wî zêde bûne. Çîçek bi lêv kir ku Gunden ji ber van nexweşiyên xwe rojê 6 caran dermanan bikar tîne. Çîçek da zanîn ku ji rewşên neyînî yên girtiyên nexweş pê re rûbirû dimînin rayedarên dewletê berpirsyar in û xwest Gunden were berdan.