Cezayê 'qebehetê' li afîşa 1’ê Gulanê birîn 2021-05-31 09:07:23 ÊLIH – Bi hinceta afîşên 1’ê Gulanê 427 TL cezayê pere li şaxên SES û Egîtim Sen’ê yên Êlihê hat birîn.  Şaxên Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristî û Civakî (SES) û Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdeyê (Egîtîm Sen) yên Êlihê, ji bo 1’ê Gulanê Cejna Karkeran afîşên “Yekitî, têkoşîn, piştevanî. Heviya li rex hev. Bîjî Yek Gulan” li avahiyên xwe ve daleqandibûn. Walîtiya Êlihê, bi hinceta van afîşan 427 milyon cezayê pere hem li şaxa SES’ê û hem jî li şaxa Egîtîm Senê birî.    REXMÎ RAGIHANDINÊ JÎ CEZA BIRÎ   Berdevkê Demê yê Platforma Demokrasiyê ya Êliyê Denîz Topkan, têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku rexmî afîşan ji walîtiyê re ragihandine jî ceza li şaxan hatiye birîn û wiha got: “Cezayê hatiye birîn nehiqûqî ye. Beriya niha li afîşê ji bo daxwaza “perwerdeya zikmakî” jî cezayê pere hatibû birîn. Mafên demokratîk û azadî nayên temûlkirin. Ev helwesta Walîtiya Êlihê li dijî şertên “Dewleta Hiqûqê” ye. Ev ji polîtîkayên antidemokratîk ên desthilata AKP-MHP’ê ne cudatir e. Her çiqas îro Rewşa Awarte di fermiyetê de tunebe jî em îro bi pêkanînên wê re rû bi rû ne.”   MA / Fethî Balaman