Ozguneş: Ji bilî azadiya Ocalan çareseriyeke din tune ye 2021-05-31 09:07:26 ŞIRNEX – Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş, diyar kir ku bi girankirina tecrîdê re Pirsgirêka Kurd jî kûr dibe û ev tişt got: “Heke Ocalan azad bibe, wê Pirsgirêka Kurd û gelek pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bibin. Ji bilî azadiya Ocalan çareyeke din tune ye.” Çalakiya greva birçîbûnê ya bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan di 27’ê mijdara 2020’an de hat destpêkirin, di roja 186’an de didome. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, derbarê tecrîda li ser Ocalan de axivî û diyar kir ku bi rakirina tecrîdê re polîtîkayên şer ên li herêmê wê çareser bibin.    ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA   Ozguneş, bi bîr xist ku çalakiya greva birçîbûnê zêdetirî 6 mehan e didome û wiha got: “Li girtîgehan girtî li ber xwe didin. Kesên ku ji xwe re dibêjim em welatparêz, demokrat, kedkar û xwedî wijdan in, partiyên siyasî û hêzên demokrasiyê divê li dikî tecrîdê deng derbixin. Bi girankirina tecrîdê re Pirsgirêka Kurd jî kûr dibe. Çareserkirina Pirsgirêka Kurd bi rakirina tecrîdê pêkan e. Heke tecrîd rabe û Ocalan azad bibe wê şer bi dawî bibe. Wê Pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên din ên Tirkiyeyê jî çareser bibin.”   HEKE OCALAN AZAD BIBE…   Di berdewamê de Ozguneş, destnîşan kir ku bi pêkanîna pêşniyarên Ocalan re wê li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê demokratîkbûn pêk bê û ev tişt anîn ziman: “Heke tecrîd rabe wê hiqûq û demokrasî bê welat. Wê çapamenî azad bibe, qedexeyên li sînor û zozanan bi dawî bibin. Wê pêşiya azadiyan vebibe. Di hêla aboriyê de welat ber bi aramiyê ve biçe. Tecrîda li ser Ocalan neçareserkirina Pirsgirêka Kurd e. Heke li derve û hundir şer bê bilindkirin wê demokrasi û aborî têk biçe. Êdî kes rewşa heyî temûl nake. Tenê çare; rakirina tecrîdê û valakirina girtîgehan e. Divê bingeha hiqûq û demokrasiye bê avakirin. Ji bilî vê çareserî nîne.”    MA / Mujdat Can