Piştî 11 salan bi guhertina îfadeya ‘şahid’ hat girtin 2021-05-31 09:07:27 WAN – Di doza ku di sala 2011’an de derbarê wî de hatibû vekirin de ji ber ku M.Ç. ê weke şahid hat guhdarkirin îfadeyên xwe guhert Endamê PM’a HDP’ê Firat Keser hat girtin.  Di sala 2015’an de bi angaşta “endamtiya rêxistinê” doz li Endamê Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Firat Keser hat vekirin. Di çarçoveya vê dozê de Keser di 28’ê gulanê de ji bo îfade dayînê çû dadgehê û hat girtin. Bûyera ku bûye mijara dozê di sala 2011’an de pêk hatiye. Di doznameyê de di sala 2014’an de serî li îfadeyên şahidan hatiye dayîn. Rexmî vê jî di doznameyê de derbarê Keser de îfadeyên tu şahidî cih nagirin. Keser, di sala 2015’an de çûye 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Aydinê û gotiye ku tu agahiya wî ji bûyerê tune ye.    DI 2015’AN DE NAS NAKE   Yekemîn danişîna dozê di 14’ê tîrmeha 2015’an de hatiye dîtin û şahid M.Ç. ev tişt gotine: “Em ji Aydinê derbasî Îzmîrê bûn, li Îzmîrê me herî kêm 7-8 malan guhert. Nayê bîra min ku ev mal ên kî ne. Li Bersûc Firat Keser ku niha hûn nîşanî min didin dinerim, 4 sal di ser bûyerê re derbas bûye, nayê bîra min ku min ev kes dîtiye ya na. Di danişîneke din de heke di îfadeyên min de nakokî çêbibin îfadeyên min destpêkê derbasdar in.”   ÎFADEYÊN BINAKOK   Di çarçoveya darizandina ku 11 sal in didome de di 25’ê nîsanê de 19’emîn danişîna dozê hat dîtin. Rexmî ku nehatibû daxwazkirin jî heyeta dadgehê şahid M.Ç. careke din guhdar kir. Berovajiyê îfadeyên xwe yên destpêkê M.Ç. angaşt kir ku Keser nas dike. M.Ç. got ku li Îzmîrê bi Firat re hatine gelhev û şevek li mala wî ma ye.”   BIRAYRA GIRTINÊ   Keser, di 21’emîn danişîna dozê ya di 28’ê gulanê de hat dîtin de li Edliyeya Wanê bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû. Deriyên eywana danişînê ji aliyê polisan ve hatin girtin û di danişînê de biryara girtina Keser hat dayîn û ew şandin girtîgehê.”    MA / Dîndar Karataş