Malbata Şenyaşar: Ê ku 3 kes ji me kuştin kî ne? 2021-05-31 11:21:43   RIHA - Malbata Şenyaşarê 84 roj in li ber Edliyeya Rihayê doza edaletê dike. Malbatê karîkaturek parve kir û pirsî: "Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê kî 3 mirovên me kuştin?"    Li ber Edliyeya Rihayê çalakiya nobeta "edaletê" ya malbata Şenyaşarê didome. Dayik Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar, 84 roj in li ber edliyeyê doza edaletê dikin û dixwazin berpirsiyarên ku bav Hecî Esvet Şenyaşar û du kurên wî kuştin bên darizandin.    'EM Ê BÊDENG NEMÎNIN'   Malbata Şenyaşarê di roja 84'an a çalakiyê de li ser hesabê xwe yê medyaya sosyal de karîkatureke bi têmaya "edaletê" parve kir û got: "Em di roja 84'an de li ber edliyeyê dipirsin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê kî 3 mirovên me kuştin? Heya edalet pêk neyê em ê li vir bipirsin. Em ê BÊDENG NEMÎNIN..."