Polîsan 13 kes binçav kirin 2021-05-31 22:04:55   STENBOL – Polîsan li Stenbolê mudaxaleyî welatiyên ku li taxa Kocamustafapaşa xwestin berxwedana Parka Gezî bibîr bînin, kirin. Polîsan di mudaxaleyê de 13 welatî binçav kirin.    Welatiyan li Taxa Kocamustafapaşa ya  Fatîh a Stenbolê xwestin berxwedana Gezî bibîr bînin. Lê polîsan destûr nedan ku welatî daxuyaniyê bidin û mudaxaleyî welatiyan kirin. Polîsan di mudaxaleyê de 13 welatî binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Vatanê.