ROJEVA 1'Ê HEZÎRANA 2021'AN 2021-06-01 09:00:03 * Endamê Şaxa OHD'ê ya Wanê Prz. Cahît Ertan ê ku îmze avêt bin danezana ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan têkildarî kampanyayê wiha got: "Ji bo rê li pêş siyaseta demokratîk vebe û pêvajoya çareseriyê dest pê bike, divê tecrîd bi dawî bibe. Rêya çareserî û siyaseta demokratîk Îmralî û Birêz Ocalan e."  * Dayîka Aştiyê Nahîde Ormanli ku 20 sal in ji bo aşitiyê têdikoşe û ji ber vê 2 caran hatiye girtin, ji bo tahde û zilma li wan hatiye girtin got: "Min û zarokên xwe dît, lê bila neviyên min nebînin."    *  Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, têkildarî îdeayên Rêveberê Mafya Sedat Peker ên ku AKP'ê  piştgiriya çekan dane Rêxistina El Nusrayê anî ziman ku eger Tirkiye vê yekê lêkolîn neke, rêxistinên navneteweyî dikarin têkevin nava lêkolînê. Turkdogan, anî ziman ku di raporên NY'ê de hatiye diyarkirin ku Rûsya û Tirkiye li Sûriye sûcê mirovahiyê kirine û herî kêm 500 hezar mirov li Sûriyeyê hatine kuştin.    * Li gor dadgehê, nûçeya derbarê qerebalixiya di dema belavkirina kartolan de çêbû, weşaneke "rexneyeke giran dihewîne" û "dijî parastina pergala cemaweriyê" ye.    * Gelê Cizîrê dê di pêşengiya Tora Çand û Ziman de li Cizîrê di 3'ê Hezîranê de mîtînga Zimanê Kurdî li dar bixin. Hevserokê Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek Mîrza Ronî, ji bo tevlêbûna mîtînga ziman bang li gelê Cizîrê kir û wiha got: “Divê gelê Botanê di pêşengiya Gelê Cizîrê de biherikin qada mîtîngê. Divê li ziman xwedî derkevin û bixwazin ku Kurdî bibe zimanê fermî."    * Nelirêtiya Şaredariya Artûkliyê ya AKP’î ya 2020'an di raporan de hat xuyakirin. Komîsyona Venêrtina Meclisa Şaredariyê ya Artûkluyê rapor amade kir. Komisyonê di raporê de aşkere kir ku şaredariyê di lêçûnê de nelirêtî kiriye û buhayê wan bi şik û guman in.    * Karkerên çandiniyê yên demsalî ku li navçeyên Bala û Cihanbeylî karên zeviyan dikin, di nava şertên herî giran de dixebitin. Karkerên ku hindik sûdê ji av û ceyranê digirin, tuwalet û serşokên hevpar bikar tinin. Bi sedan karker heman tuwalet û serşokê bikar tînin.   * Bi ser qetilkirina siyasetmedarê Kurd Muhsîn Melîk û Mehmet Ayyildiz re 27 sal derbas bûn. Hevjîna Melîk Senay Melîk, got: “Bi nirxên ku dilê xwe yê wêrek û xweşik de digirtin, her tim di jiyan û hafizeya me de cih girt.”       * Çalakiya nobeta "edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê li ber Edliyeya Rihayê di roja 85'emîn de berdewam bike.    * Danişîna sêyemîn a doza Mûsa Orhan ku destdirêjî Îpek Er kiribû û wê arasteyî întîharê kiribû wê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê were lidarxistin. (09.00)   * HDP wê komcivîna xwe ya li Meclîsê li dar bixe. (12.45)   * Meclîsa Jinan a HDP'ê wê di çarçoveya hevdîtinên "Ji xizaniya jinan re na" wê li bajaroka Bûlama Semsûrê serdana karkerên jin ên çandiniyê bikin. (12.00-17.00)