Danişîna Mûsa Orhan ê tecawîzkar dest pê kir 2021-06-01 10:59:32   SÊRT - 3’yemîn doza darizandina Çawişê Pispor Mûsa Orhan ê tecawizî Îpek Er kiribû û dûre bibû sedem ku xwe bi kuje, dest pê kir.    3’yemîn doza, ji ber sûcê “destdirêjiya zayendî ya bi keyfî” ya derbarê Çawişê Pispor Mûsa Orhan ê li Sêrtê tecawizî Îpek Er kiribû û dûre bibû sedem ku xwe bi kuje de hatibû vekirin, li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê, dest pê kir.    Malbata Îpek Er, parêzerên malbatê, baroyên Amed, Êlih, Sêrtê, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Ûca, Nûran Îmîr û Siddik Taş, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TAJ) endamên KESK’ê, rêvberên HDP û DBP’ê yên Amed, Êlih û Sêrtê beşdarî danişînê bûn.    Bersûc Mûsa Orhan û parêzerên wî, ji Enqerê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn.   ROJNAMEGER JI EDLIYÊ DERXISTIN   Rojnamegerên xwestin danişînê bi şopînin, bi hinceta fermana serokê dadgehê ji edliyê hatin derxistin.    Piştî danasîna nasnameyê danişînê dest pê kir. Dûre parêzeran dest bi parastinê kirin. Parastina parêzeran dewam dike.