Li Hesekê teqîn pêk hat 2021-06-01 11:36:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa bombeyî ya li Hesekê rû da de, kesekê jiyana xwe ji dest da.   Li cihê kontrola El-Xezal a li bajarê Hesekê ya girêdayî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, teqîneke rû da. Di encama êrişê de, kesekê sîvîl jiyana xwe ji dest da û 3 kes birîndar bûn. Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxanê. Li herêmê ewlekariyek berfireh hat girtin.