Danîşana hevşaredar Kûtlû hat dîtin 2021-06-01 14:32:51   ŞIRNEX- Danişîna doza Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû hat dîtin.   Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû ku ji peywirê hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin, di dîrokên cuda de bi angaşta "Endamtiya rêxistinê"  derbarê wê de lêpirsîn hatibû vekirin. Dosyayên wê bi hev ve hatin girêdan û 22’emîn danişîna wê li Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat dîtin.   Kûtlû, li Edliyeya Cizîrê bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû. Parêzerê Kûtlû jî di danîşanê de amade bû. Di danişîna ku bi tespîta nasnameyê dest pê kir de Kûtlû parastina xwe kir. Kûtlû, diyar kir ku ew sûcên li hatine kirin qebûl nake û wiha got:" Ew îfadeyên ku li ser min hatine dayîn ez qebûl nakim. Her wiha dosyayên ku di dîrokên cuda de hatibûn vekirin û bi hev ve hatin girêdan jî qebûl nakim. Em baş dizanin ku bi vê rêbazê dixwazin ku ceza bidin. Ez ji van dosyayan beraatê dixwazim.”   Piştî parastinê heyeta dadgehê danîşan taloqî 7'ê cotmehê kir.