Dayika Dîlan Toptaş ji salona dadgehê derxistin 2021-06-01 14:42:34   WAN – 2’yemîn danişîna doza derbarê gardiyan Halîl Îbrahîm Sert ê ku  Dîlan Toptaş kuşt dei hatibû vekirin, hat taloqkirin.    Gardiyan Halîl Îbrahîm Sert di 29’ê Tebaxa 2020’an de, li navçeya Artemêt a Wanê Dîlan Toptaş qetil kiribû. Sert, dûre awayê “qezaya trafîkê” da bû kuştina Toptaş. 2’yemîn danişîna doza derbarê bersûc gardiyan Halîl îbrahîm Sert de hatibû vekirin, li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Sert ê bi sûcdariya “Bi zanebûn kuştinê” û “Delîl ji holê rakirinê” tê darizandina, ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê ya Agiriyê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû.    Bi malbata Toptaş re, endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û parêzerên baroyê di danişînê de amade bûn. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Handan Karakoyûn û rêveberên HDP’ê li ber edliyê danişîn şopandin.    'TU QATILÎ’    Piştî danasîna nasnameyê bersûc Halîl Îbrahîm Sert, axivî û wiha got: “Ez poşmanim û îdîa kir ku bû yer bi qezayê çêbû.” Dayika Dîlan Toptaş Hazal Toptaş xwe negirt û wiha got: “Tu qatilî.” Şandeya dadgehê, li ser vê yekê bangî polîsan kir û dayika Toptaş ji salona danişînê derxist.    Parêzerên li ser navê malbata Dîlan Toptaş girtin jî, da zanîn ku bersûc her tim serî li rêbazên ku delîlan reş bike daye.   Şandeya dadgehê, piştre biryar da ku şahid bên guhdarkirin, li benda rapora Lêkolînê ya Krîmînal a Cendirmeyan bê rawestandin û danişîn taloqî 21’ê Îlonê kir.