Li Licê operasyona leşkerî dest pê kir 2021-06-01 17:07:06   AMED – Hat ragihandin ku di saetên serê sibehê de li gundê Sîsê yê navçeya Licê operasona leşkerî hatiye destpêkirin.    Hat ragihandin ku di saetên serê sibehê de li gundê Sîsê yê navçeya Licê ya Amedê operasyona leşkerî hatiye destpêkirin. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin; li herêmê têketin û derketine hatiye qedexekirin. Yekîneyên leşkerî û sînyar bir (jammer) li gelek deverên gund hatine bicihkirin.    Li aliyê din hat ragihandin ku bi liv û tevgera wesayîtên zirxî re liv û tevgera SÎHA Û ÎHA’yan jî li herêma operasyonê heye.