Hesinên dora gora Tahîr Elçî hatin dizîn 2021-06-01 20:45:25   AMED - Hesinên li dora gora Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî hatin dizîn.   Li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê, hin kes an jî kesên nenas hesinên li dora gora Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî ku di sala 2015'an de li Sûrê hatibû kuştin, dizîn. Hesinên li dora gora Elçî hatine rakirin û deriyên hin gorên li derdorê jî hatine dizîn.    Welatî îro gava piştî nîvro çûn ser gorên xizmên xwe, pê hesiyan ku hesinên dora goran hatine dizîn.