'Ji bo kurdî li pêş bikeve divê zimanê bazaran bi kurdî be' 2021-06-02 09:05:56 ŞIRNEX - Li Rêxistina HDP'ê ya navçeya Silopiya di çarçoveya kampanyeya ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî hatibû destpêkirin de berdewam dike. Mamosteyê zimanê kurdî Aydin Denîz got ji bo zimanê kurdî li pêş bikeve divê zimanê bazaran bi kurdî be.  Di 21’ê Sibatê de Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê, di 22’yê Sibatê de dest bi kampanyaya îmzeyan kiribû. Di çarçoveya kampanyayê de, Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Silopiya Şirnexê, perwerdehiya kurdî dabû destpêkirin û 3 meh in didomîne. Endam û rêveberên HDP'ê beşdarî dersên kurdî dibin.    JI BO KU PIŞTGIRIYÊ BIDIN KAMPANYAYÊ DEST BI PERWERDEHIYÊ KIRIN   Mamosteyê zimanê kurdî Aydin Denîz derbarê perwerdehiyê de axivî û diyar kir ku armanca wan ew e ku di her qadên civakî de bikaribin perwerdehiya ziman bidin û got: "Ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî kampanya hat destpêkirin. Di çarçoveya vê xebatê de ev 3 meh in em jî rûbirû perwerdehiya ziman didin. Ev perwerdehî hefteyê 2 rojan bi tevlîbûna 15 kesan didome. Xwendekarên me piranî ji qada siyasî ne. Bi rastî jî xwendekar ji vê xebatê sûdeke mezin werdigirin. Armanca me ew e ku em heta asta mamostetiyê biçin. Li gel destpêkirina vê kampanyayê gelek gavên girîng hatin avêtin. Pêşniyara me ji her hevaleke me yê kurd ew e ku ji îro şûn ve piştgiriyê bidin û tevlî kampanyayê bibin. Divê em di malên we de, di kûçe û kargehên xwe de bi zimanê dayikê biaxivin ku zimanê me neyê asîmîlekirin. Dema ku em li Rojhilata Navîn dinêrin, zimanê kurdî ji van zimanan hemûyan kevnartir e. Zimaneke ku ewqas dewlemend divê demildest bibe zimanê fermî."   'JI BAZARAN BIGIRE HETA  DIBISTANAN EM KURDÎ BIAXIVIN'    Denîz nêzikatiya dewletê ya li hemberî zimanê kurdî  rexne kir û wiha domand: "Heger heta îro ku zimanê kurdî nebûbû zimanê fermî û perwerdehiyê, ev jî kêmasiya me ye. Ji ber ku em zêde li zimanê xwe xwedî dernakevin. Îro zimanê me bindest e. Heger mirov ji bo bidestxistina hin tiştan li ber xwe nede, kes nikare wê radestî mirov bike. Hewceye ku li çar perçeyên Kurdistanê kurd xwedî li zimanê xwe derbikevin. Bi taybetî jî divê dayikên me bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Ji danûstandinê (bazarê) bigire heta dibistanan divê em bi kurdî biaxin. Divê siyaseta me, çanda me, şanoya me, nivîsên me û stranên me bi kurdî bin."    'EM Ê LI TAXAN JÎ PERWERDEHIYÊ BIDIN DESTPÊKIRIN'    Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Fehîme Saruhan a ku ji bo perwerdehiya ziman bibîne tevlî xebatê bûye jî diyar kir ku pir xweşe ku mirov bi zimanê dayîka xwe bixwîne û wiha got: "Bi armanca ku zimanê me bibe zimanê fermî û di zimanê xwe de perwerdehiyê bibînin me ev xebate da destpêkirin.Weke xebatkar û hilbijerên HDP'ê me xwest ku li ser zimanê kurdî perwerdehiyê bibînin. Ji ber ku em êdî dixwazin her tiştekî bi zimanê xwe bikin. Bi daxwaza hevalên jin ev pol hat vekirin. Ev 3 meh in em perwerdehiyê dibînin. Beriya perwerdehiyê me digot em dizanin kurdî binivisînin lê li gel vê perwerdehiyê me kêmasiyên xwe hemû dîtin û em niha li gel vê perwerdehiyê şaşitiyên xwe sererast dikin. Lê bi vê perwerdehiyê em ê van kêmasiyên xwe rast bikin. Pêşniyara me ew e ku li her navend û navçeyên me, bi taybetî jî pêşengên me perwerdehiya ziman bibînin. Divê em gel teşwîqî kurdî bikin. Di vê çarçoveyê de li taxan jî em ê vê kampanyayê bidomînin. Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li ziman û kampanyaya ziman derbikevin."