Kesên ku ji bo kana mermeran govên wan hatin xerakirin: Ev gund ê me ye 2021-06-02 09:06:08 WAN - Li gundê Şêxan ê navçeya Payîzavayê ji bo kana mermeran bê çêkirin govên gundiyan hatibûn xerakirin. Welatiyên ku govên wan hatin xerakirin gotin: "Ji bo şîrketekê gundekî paşguh dikin. Ev gund ê me ye."  Li gundê Şêxan ê navçeya Payîzava ya Wanê, ji bo kana keviran bê çêkirin govên gundiran hatin xerakirin. Welatiyên ku govên wan hatin xerakirin destnîşan kirin gotin: "Ji bo şîrketekê gundekî paşguh dikin. Ev gund ê me ye." Gundiyan bang li rayedaran kirin ku çareyekê bibînin.   Hadî Yuce, anî ziman ku 14 sal berê şîrket hatiye gund û soz daye wan ku dê ji wan re xanî û govan çêbikin, lê belê şîrketê soza xwe neaniye cî. Yuce, diyar kir ku gundî hemû perîşan bûne û got: "14 sal berê şîrket hat gund û got, li vir maden hene. Wê çaxê em li ber rabûn, ji bo ku kana madenan neyê çêkirin. Ji lew re heywan di vir re diçin û tên. Jîngeha gund ev der e. Wekî din derek tune ye. Qada gund biçûk e. Ev gund û gov 150-200 sal in li vir in. 6 hezar mih li vir in. Govên me xera kirin. Niha heywanên me hemû li derve ne. Gundî tenê debara xwe bi van heywanan dikin. Wezareta Çandiniyê dibêje, em ê alîkariyê bikin. Ma alîkarî xerakirina govan e? Şîrket di meha Remezanê de cardin hat. Ji me xwest em govan vala bikin. Gava dît em nakin, çû. Çend roj berê cardin hat. vê carê tevî esker û cerdevanan hat. Bi darê zorê govên me xera kir. Li min xistin. Ma em ê çi bikin? Em ê biçin ku? Em gundî perîşan bûne. Bang li rayedaran dikim, bila çareyekê peyda bikin."    JI BO ŞÎRKETEKÊ...   Mûhammet Bîlek jî destnîşan kir ku cihê ku tê xwestin kana mermeran lê bê çêkirin qada heywana ye. Bîlek, bilêv kir ku ji bo şîrketekê gundek tê paşguhkirin û bang li rayedaran kir ku pêşî li ber vê bigirin. Bîlek got: "Em li vir dijîn. Gund biçûk e, em heywanên xwe li vir diçêrînin. Em li vir îdara xwe dikin. Heywanên me hemûyan di vir re diçin. Em bang li rayedaran dikin. Bila xwedî li gundê me derkevin. Em tenê debara xwe bi heywanan dikin. Bila me nedin bi şîrketekê. Kesek ji Amedê rabûye hatiye vira û dixwaze gundê me ji me bistîne."    XERAKIRINA AXURAN   Sidik Bîlek jî destnîşan kir ku xerakirina govan ne hiqûqî ye û xwest dev ji vê yekê bê berdan û çareyek bê dîtin. Bîlek got: "Ev der cihê heywanên me ye. A li me tê kirin ne heq e. Tişta dikin ne hiqûqî ye. Govên me xera kirin, ma ev heq e? Hem em hem jî heywanên me perîşan bûne. Divê çareyekê peyda bikin. Bila reyadera dengê me bibihîsin."