‘Rakirina tecrîdê tê wateya azadbûna civakê’ 2021-06-02 09:32:46   STENBOL - Hevserokê MATUHAY-DER’ê Nesîm Ozkan greva birçîbûnê ya li girtîgehan nirxand û destnîşan kir ku wextê Ocalan diaxive civak bêhnek fireh distîne û rakirina tecrîdê tê wateya azadbûna civakê.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F 22 sal in tê tecrîdkirin. Li girtîgehan ji bo rakirina tecrîdê û bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan girtî ji 27’ê Mijdara 2020’an ve di greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger de ne. Çalakî bi koma 38’emîn û di roja 188’emîn de berdewam dike.    Hevserokê Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (MATUHAY-DER) Nesîm Ozkan greva birçîbûnê ya li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan ji ajansa me re nirxand.    ‘OCALAN DIKE KU BÊHNA XELKÊ DERKEVE’    Ozkan bi bîr xist ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û tecrîda di şexsê Ocalan de li gelê kurd û netewên din tê sepandin. Ozkan diyar kir ku Ocalan di tezên xwe de hem ji bo Kurdistanê û hem jî ji bo Rojhilata Navîn rêyên çareseriyê yên girîng pêşkêş dike û got: “Lewma dixwazin têkiliya Ocalan û civakê ji hev qût bikin. Naxwazin fikrên wî belav bibin. Pêşî lê digirin. Îqtidar û derdora xwe ji bo berjwendiyên xwe tecrîdê kûr dikin. Bi pêşengiya Ocalan di salên 2013-2015’an de ji ber pêvajoya çareseriyê hebû xelkê li Tirkiyê bêhnek fireh digirt. Di demek kin de nirxên demokratîk bilind bûn. Carek din polîtîkaya tecrîdê xistin dewrê û ji sala 2015’an ve Tirkiye ketiye nava krîzên pir alî.”    ‘DIVÊ DAXWAZ WERIN QEBÛLKIRIN’    Ozkan bi bîr xist ku greva birçîbûnê ya di sala 2012’an de ku 67 roj berdewam kir pêvajoya çareseriyê bixwe re anî û greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven a di sala 2019’an de 200 roj dewam kir jî kir ku li gel Ocalan hevdîtin pêk were û ev her du pêvajo jî bûn sedema ku hinek deriyê çareseriyê were vekirin.    Ozkan destnîşan kir ku divê dewlet ji bo daxwazên girtiyan û gelê kurd gavan biavêje û got: “Çalakvan yanî girtî di daxwaz û çalakiya xwe de bi israr in. Dixwazin tecrîd rabe, bi birêz Ocalan re dîsa hevdîtin werin kirin. Ev jî daxwazên hiqûqî ne.”    TENDURISTIYA GIRTIYAN NEBAŞ DIBE    Ozkan anî ziman ku li gorî rapora Şandeya Şopandina Greva Birçîbûnê ya Herêma Marmarayê têkildarî greva birçîbûnê amade kiriye 600 girtî ketine greva birçîbûnê û tenduristiya girtiyan her ku diçe nebaş dibe û ew girtiyên di sala 2012, 2018-2019’an dîsa dikevin greva birçîbûnê û ev jî ji bo tenduristiya wan xetereyê bi xwe re tîne û xwest daxwazên girtiyan werin qebûlkirin. Ozkan da zanîn ku her ku diçin li girtîgehan binpêkirinên mafan ên girtiyan jî tên desteserkirin û ev binpêkirin kûr dibin û girtî bi zextan re rûbirû ne.    ‘RAKIRINA TECRÎDÊ AZADBÛNA CIVAKÊ YE’    Ozkan destnîşan kir ku divê rêxistinên civakî yên sivîl û gel deng bide qîrîna ji girtîgehan olan dide û got: “Rakirina tecrîdê tê wateya azadbûna civakê. Xwedî derketina li girtiyan, xwedî derketina li tevahiya civakê ye. Ji ber vê yekê em dixwazin her kes li gorî xwe tiştek bike.”