7 rêxistinên civakî: Bi lez dawî li dagirkeriya Tirkiye bînin 2021-06-02 11:13:49   HEWLÊR -  7 rêxistinên Herêma Federe ya Kurdistanê, têkildarî operasyonên Tirkiye yên dersînor, bang li civaka navneteweyî kirin ku bi lez dawî li êrîşên Tirkiye yên li dijî xwezaya Kurdistanê û mirovan bînin.    7 rêxistinên sivîl, li Hewlêrê li dijî dagirkeriya Tirkiye ya li ser axa Herêma Federe ya Kurdistanê û wêrankirina xwezaya Kurdistanê bang li serokatiya Iraqê, serokatiya Herêma Kurdistanê, Neteweyên Yekbûyî (NY), konsolosxane û nûnertiyên welatan ên li Iraq û Herêma Kurdistanê, rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên jîngehê kirin ku êrişên li ser Kurdan û wêrankirina xwezaya Kurdistanê bidin rawestandin. Serokê Rêxistina Dîdara Aştiyê Mihemed Sabeh li ser navê rêxistinan daxuyanî da û got: "Tirkiye bi kûrahiya 40 kîlometreyan xaka Başûrê Kurdistanê dagir kiriye û serweriya xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê binpêkiriye. Dest bi wêrankirina jîngehê, şewitanidn û birîna daran, şehîdkirin û derxistina welatiyên sivîl ji warê wan kiriye. Ev yek berevajiya peymanên navneteweyî ye. Ji aliyê dewleta Tirk ve hedefgirtina welatiyên sivîl û têkdana jîngeha Herêma Kurdistanê binpêkirina mafê mirovane, divê raya giştî ya navneteweyî demildest dawî li van komkujiyên jîngehî û mirovî ya li ser Kurdan bîne. Divê êdî rê neyê dayîn dewleta Tirk sînorê hewayî û bejahî yê Herêma Kurdistanê derbas bike. Divê êdî welatiyên sivîl nebe sotemeniya destê ti hêz û welatekê. Divê aştî û aramî vegere herêmê.”   Navê rêxistinan wiha ne: Rêxistina Dîdarî Aştî, Navenda Metro, Rêxistina Dadperwerî û Aştî ya Cîhanê ya ji bo Mafên Mirovan û Yasaya Navneteweyî, Tora Pêgeyandina Gencênên Hewtemen, Rêxistina Avyarî Jîngehê, Rêxistina Parastina Mafê Ajalan û Rêxistina Jîngehên Hewlêrê.