Sûcek din nedîtin, bi beyanên ‘şahidê veşarî’ Kûrkût û Gok ‘sûcdar’ nîşan dan! 2021-06-02 11:57:55   AMED - Şahidê veşarî bi navê “Sabir” îdia kiriye ku Kemal Kûrkût ê di Newroza Amedê ji aliyê polîsan ve hat kuştin, “endamê rêxistinê ye” û rojnamevan Abdurrahman Gok ê wêneyê kuştina Kûrkût girtibû jî wek “şexsê ku fermanê ji Qendîlê wergirtiye, bûyerê cuda nîşan daye û nûçe çêkiriye” hat nîşandan.    Xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût di pîrozbahiya Newroza Amedê ya sala 2017’an de ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin. Rojnamevan Abdurrahman Gok wêneyên kêliya kuştina Kûrkût girtibû. Derbarê Gok de bi îdiayên “Endamê rêxistinê ye” û “propaganda rêxistinê kiriye” doz hatibû vekirin. Danişîna duyemîn a dozê wê sibê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amed3e were lidarxistin. Derbarê Gok de bi hêcetên ku hevdîtina li gel çavkaniyên nûçeyan kiriye, parvekirinên li ser medya civakî û beyanên şahidên veşarî 20 sal cezayê hefsê tê xwestin.    HEM GOK HEM JÎ KÛRKÛT SÛCDAR KIRIYE!   Beriya danişîna sibê were lidarxistin, îfadeyên şahidê veşarî bi navê “Sabir” li dosyeyê hatin zêdekirin. Vî şahidê veşarî li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê îfade daye. Şahidê veşarî îdia dike ku ew ji sala 2013’an ve Gok ji “xebatên rêxistinî û pêvajoyên perwerdehiyê” nas dike. Şahidê veşarî îdia dike k udi navbera salên 2016-2017’an de Abdurrahman Gok li Amedê hin “xebatên rêxistinê” birêve biriye û her wiha îdia dike ku Kemal Kûrkût jî “endamê rêxistinê” ye.    DAXWAZÊN PARÊZER HATIN REDKIRIN    Parêzerê Gok, Resûl Tamûr îdiayên şahidê veşarî nirxand û bi bîr xist ku îfadeyên vî şahidê veşarî bi navê “Sabir” di doseyeyên rojnamevanên di operasyona meha cotmeha 2018’an de pêk hatibû cih digirin. Tamûr destnîşan kir ku hin rojnamevanên ji wê dozê hatin darizandin hatin beraetkirin û beyanên şahidê nepen ji kontrolê dûr in û di warê parastinê de ne mimkin e wek beyan werin dîtin. Tamûr anî ziman ku ji ber vê yekê divê beyanên şahidê veşarî “Sabir” werin muqayesekirin, ji kontrolê re werin vekirin û van muqayesekirina li dosyeyê zêde bikin.    Tamûr wiha dirêjî da axaftina xwe: “Armanca me bingehîn ew e ku vî şahidê veşarî heman beyanan ji bo gelek kesan gotiye. Ji bo hin kesan xweser nîne û şahidiya wî nayê pênasekirin. Me xwest em vê nîşanî dadgehê bidin. Dadgehê vê daxwaza me red kir. Me xwest şahid li miqabilî me were guhdarkirin û şansê em dikaribin jê pirsan bikin were temînkirin. Lê belê ev daxwaza me jî nehat pejirandin. Dadgehê ne li cem me îfadeyên şahid girtiye. Ji beyanên wî berê cudatir bi awayê dijmintî Kemal Kûrkût wek ‘endamê rêxistinê’ nîşan daye, pênase kiriye. Şahid îdia kiriye ku van wêneyên miwekîlê min Abdurrahman Gok jî ku girtiye bi armanca rêxistinî hatiye bikaranîn.”    ‘DIXWAZIN KUŞTINÊ REWA NÎŞAN BIDIN’    Tamûr anî ziman ku sûcdariyek wiha ku arasteyî Gok ê kuştina Kûrkût ronî kir ne tesadufî ye û got: “Ji agahî û şahidiya wê wêdetir, xwe dispêre îdiayê, ji şahidiyê wêdetir dide nîşandan ku dozgeriyê dike. Dixwazin kuştina Kûrkût rewa nîşan bidin û Abdurrahman Gok jî bedela vê yekê bide. Beyanên şahidên veşarî beyanên derew in. Ev beyan didin nîşandan ku bi dijmintiyek eşkere tevger dikin. Ne mimkin bi vî awayî beyanên şahid di warê hiqûqî de esas were girtin. Dîtin ku derewên ku kirine têr nakin û nikarin ser rastiyê bigirin, bi şahid dane vegotin ku Kemal Kûrkût û Abdurrahman Gok were sûcdarkirin.”