Emîne Şenyaşar: Êdî Edliyeya Rihayê bûye weke mala me 2021-06-02 12:58:30   RIHA - Emîne Şenyaşar a ligel nexweşiyên wê hene jî li pêş Edliyeya Rihayê 86 roj in daxwaza xwe ya edaletê qîr dike wiha got: “Êdî ev der bûye weke mala me.”    Nobeta lêgerîna edaletê ya Malbata Şenyaşar ku 3 ferdên wan di encama êrişên xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin, li ber Edliyeya Rihayê di roja 86’an de didome. Ji ber malbat îro bi lawê xwe Fadil Şenyaşar ê 3 sal in li Girtîgeha Xarpêtê di odeya yek kesî de tê girtin re hevdîtina telefonê kirin, li gorî rojên din hinek dereng hatin li pêş avahiya edliyeyê. Malbata ku li ber blokên beton ên derdora avahiya edliyeyê rûnişt dowizên “Em edaletê dixwazin” , “Edalet” û wêneyê ambûlansa ku birîndar dibirin nexweşxaneyê hilgirtin.    ‘EM HÊVIYA XWE WINDA NAKIN’   Ferît Şenyaşar diyar kir ku têkoşîna wan a “Edaletê” ket roja 86’an û wiha got: “Em tenê edaletê dixwazin. Li pêş çavê cîhanê li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê, li pêş dîmenkêşên ewlehiyê komkujiyek hat kirin û ew dîmen jî niha li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ne. 3 sal in em edaletê dixwazin lê mixabin ev dîmen bi me re nayên parvekirin û biryara veşartî ya li ser dosyayê didome. Niha Serdozgeriya Rihayê û dadger sûc dikin. Bi rêya hiqûqê komkujiyeke din li malbata me dikin. Em vê qebûl nakin û em ê li ber xwe bidin. Em ê tu car heviya xwe ya edaletê winda nekin. Heta ku edalet pêk neyê ez û dayika xwe li pêş edliyeyê venaqetin. Ez bang li hemû kesên xwedî wijdan dikim; ev sûcê mirovahiyê ye. Werin em vî sûcî bi hev re derxînin holê.”   ‘ME HER BIHOSTA RÊ JI BER KIR’   Dayika Emîne Şenyaşar jî anî ziman ku li ser şopa edaletê ne û wiha axivî: “Ji bo edaleteke rast em têdikoşin. Wijdana dozgeran nîne? Serokkomar Erdogan jî Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylû jî dizanin kî neheq in û zarokên min çawa hatine qetilkirin. Zarokên min bi hovane hatin qetilkirin. Em tenê edaletê dixwazin. Zarokên min li nexweşxaneyê li pêş çavên herkesê hatin qetilkirin. Çima qeydên nexweşxaneyê tên veşartin. Heta ku qeyd ne derkevin holê em ji vir ranabin. Ev der êdî bûye weke mala me. Ji bo ku em werin vir serê sibê zû dikevin rê. Me her bihosta rê ji ber kiriye. Em zarokên xwe û mala xwe ya rast li pişt xwe dihêlin û tên vir. Em ji bo edaletê tên vir lê li ser navê edaletê tu guhertin nîne. Kesên ku zarokên min qetilkirin hêj li Pirsûsê digerin.”