Zilamê ku tundî li hevjîna xwe kir hat girtin 2021-06-02 14:12:56   AMED - Zilamê bi navê Îhsan M. ê li navçeya Farqînê tundiyê li hevjîna xwe Meral M. kir, hat girtin.   Li navçeya Farqînê ya Amedê beriya du rojan Îhsan M. tundiyê li hevjîna xwe Meral M. kiribû û wê rakiribûn nexweşxaneyê. Meral M. ji nexweşxaneyê hat derxistin. Îhsan M.’yê ji ber tundî li hevjîna xwe kir hatibû binçavkirin, piştî kirariyên li Miduriyeta Polîsan a Farqînê sewqî edliyeyê hat kirin. Dozgeriyê Îhsan M. bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Dadgehê ji ber tundiya ku Îhsan M. li hevjîna xwe kir, biryara girtina wî da û şand girtîgehê.