Ji bo rojnameger Ayşe Kara 10 sal ceza hat xwestin 2021-06-02 16:05:57   NAVENDA NÛÇEYAN – Serdozgeriya Komarê ya Amedê, ji rojnameger Ayşe Kara re 10 sal cezayê girtîgehê xwest.   Rojnameger Ayşe Kara, di çarçoveya lêpirsîna ku  ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatîbû destpêkirin de di 26’ê hezîrana 2020’an de hatibûn binçavkirin û piştî 3 rojan hatibû berdan. Serdozgeriya Komarê ya Amedê, bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” der barê rojnameger Kara de dozname amade kir û 10 ceza jê re xwest. Dozname ji aliyê 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.