Li 10 gundên Bedlîsê qedexeya derketina derve 2021-06-02 23:12:16 BEDLÎS - Walîtiya Bedlîsê li hin gund û mezrikên navçeya Tetwanê qedexeya derketina derve ragihand.    Walîtiya Bedlîsê, li 10 gund û hin mezrikên navçeya Tetwanê bi hinceta "ewlehiyê" qedexeya derketina derve ragihand. Qedexe îro saet di 22.00'yan de dest pê kir.    Navê gund û mezrikên qedexeya derketina derve li wan hatiye îlankirin, di malpera walîtiyê de hatine diyarkirin.