Li Bedlîsê şer dijwar bû: Cerdevanekî din jiyana xwe ji dest da 2021-06-03 12:45:46   BEDLÎS – Şerê li bejahiya Bedlîsê dijwar bû. Di şer de cerdevanekî din jiyana xwe ji dest da û 2 leşker jî birîndar bûn.     Li bejahiya Bedlisê, şerê di navbera leşker û cerdevanên ku derketin operasyonê û HPG’iyan de bi dijwarî didome. Di şerê ku li bejahiya gundê Ûranis ê girêdayî navenda Bedlîsê derket de cerdevaneke jiyana xwe ji dest da û 2 leşker jî birîndar bûn. Leşkerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê. Hat ragihandin ku li herêmê şer didome.    QEDEXE DI ROJA 2’YEMÎN DE YE   Duh jî li bejahaiya navçeya Tetwanê di navbera leşker û cerdevan û HPG’iyan de şer derketibû.  Di şer de cerdevanek û Serpêlê Cendirme Bakî Koçak jiyana xwe ji dest dabûn û 4 leşker jî birîndar bûbûn.  Ji ber dijwarbûna şer duh li 10 gundên Tetwanê qedexeya derketina derve hatibû ragihandin.    Li gundê qedexe li wan heye şer didome.