Doza rojnamevan Gok hat lidarxistin: Ji bo mutalayê dosye ji dozger re hat şandin 2021-06-03 13:00:46   AMED - Di danişîna doza rojnamevan Abdurrahman Gok de ji bo mutala were amadekirin dosye ji bo dozgeriyê hat şandin û danişîn hat taloqkirin.    Rojnamevan Abdurrahman Gok di Newroza 2017’an a Amedê de kêliya ku polîs Kemal Kurkut kuşt wêne girtibûn. Ji ber ku Gok van wêneyan girtiye bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” û “propaganda rêxistinê kiriye” doz lê hatibû vekirin û heta 20 salan cezayê hefsê jê re tê xwestin. Danişîna duyemîn a dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Gok û parêzerên xwe Resûl Tamûr û Mehmet Emîn Aktar li eywana danişînê amade bûn. Gelek rojnamevanan û Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Dîcle Muftuoglû jî danişîna hevpîşeyên xwe şopandin.    ‘BEYANÊN ŞAHIDÊ VEŞARÎ NE RAST IN’    Îdidayên şahidê veşarî bi navê “Sabir” ku li dosyeyê hatiye barkirin ku di îfadeyên xwe de gotiye ku Kemal Kurkut endamê rêxistinê ye û Abdurrahman Gon jî li ser fermana Qendîlê wêne girtiye, ji Gok hatin pirsîn. Gok anî ziman ku ew beyanên şahidê veşarî qebûl nake û rastiya îdiayên wî wek sifrê nîşan da. Gok destnîşan kir ku îdiayên şahidê veşarî ne rast in û wiha got: “Ev îdiayên wî derew in. Ez napejirînim. Şahid dizane ez rojnamevan im û ji fakulteya ragihandinê mezûn bûme. Ev agahî ne veşartî ne. Her kesê ku bixwaze dikare xwe li ser enternetê bigihînê.”    'KEMAL KURKUT RENCÎDE DIKIN’    Gok anî ziman ku şahidê veşarî Kemal Kurkut jî wek “endamê rêxistinê” nîşan daye û ev yek rewşa “ku Kemal Kurkut rencîde dike” nîşan dide û got: “Li gorî îfadeyên şahidê veşarî daye min li ser fermanê wêneyên Kemal Kurkut girtiye. Qey meriv dibêje min û polîsê Kemal kuştiye li hev kiriye daye nîşandan. Tiştên ku şahidê veşarî dibêje ne rast in.”    'EV DOZEK DIJMINATIYÊ YE’    Parêzerê Gok, Mehmet Emîn Aktar jî ew di gelek dozan de bi van bobelatên şahidên veşarî re rûbirû dimînin û heman rewş di dosyeya miwekîlê me de jî heye. Aktar anî ziman ku divê îfadeyên şahidê veşarî esas neyên girtin û miwekîlê wî ji ber pîşeya xwe wêneyê kuştina Kemal Kurkut girtiye û ji vê sedemê tê darizandin û got: “Ev doz doza dijminatiyê ye.”    ÎFADEYÊN ŞAHIDÊ VEŞARÎ BI BELGEYAN DEREWAND    Parêzer Resûl Tamûr jî destnîşan kir ku şahidê veşarî beyanên ku miwekîlê wî Gok di salên 2016-2017’an de li navçeya Sûrê ya Amedê li ser navê rêxistinê xebat birêve birine û di wê dîroka ku şahidê veşarî dibêje miwekîlê wî Abdurrahman xebatên xwe rojnamevaniyê kiriye û ji ber pîşeya xwe li Iraqê bûye û têkildarî vê jî belge pêşkêşî dosyeyê kirine.    Tamûr anî ziman ku şahidê veşarî yê bi navê “Sabir” heman îdiayan derbarê miwekîla wî rojnamevan Semîha Alankûş de jî gotibû û lê doza miwekîla wî ku li Dadgeha Amedê dihat lidarxistin bi beraetê bi encam bû. Tamûr xwest ku îfadeyên şahid esas neyên girtin û biryara beraetê ya Alankûş radestî dadgehê kir.    DÊ MUTALA WERE AMADEKIRIN    Şandeya dadgehê daxwaza dozgeriyê ku ji bo mutala xwe amade bike dosye jê re were şandin qebûl kir û ji bo amadekirina mutalayê danişîn taloqî 30’yê îlonê hat kirin.